Hemû parêzerên HHB û ÇHD'ê hatin berdan 2018-09-14 22:44:41   STENBOL - Danişîna doza 17 jê girtî 20 parêzerên ku endamên Buroya hiqûqê ya  Gel (HHB) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ya bi KHK'ê hat girtin hat dîtin. Di danişîna îro de hemû parêzerên girtî hatin berdan.    Yekemîn danişîna doza darizandina 17’ê girtî 20 parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a bi KHK’ê hat girtin û Buroya Hiqûqî ya Gel (HHB) li 37’emîn Dadgeha Cezayê giran a Bakirkoya Stenbolê di roja 5'yemîn de hat dîtin. 17 jê girtî 20 parêzerên endamên HHB û ÇHD'ê ku 4 rojan bi idîaya “Endamtiya rêxistinê" û “Rêveberiya rêxistinê" hatin darizandin, îro di roja 5'emîn de li 37'emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê berdewam bir. Piştî parêzeren parastin kirin, heyeta dadgehê di roja dawi de der barê parêzerên girtî tevan de biryara tahliyê da. 17 parêzerên girtî dihatin darizandin hatin berdan.