Dîcle EPSAŞ dê duşemê ceyrana Sanayiya Organize ya Rihaye qut bike 2018-09-14 20:56:18   RIHA – Dîcle EPSAŞ ku ceyranê dide Herêma Sanayiyê ya Organize ya Rihayê, bi sedema 23 milyon tl deynê ceyranê nedaye, dê duşemê ceyranê ji ser herêmê qut bike.      Ji ber krîza aborî êdî pîşesaz û karsaz jî nikarin heqê ceyranê bidin. Karsaz û pîşesazên Herêma Sanayiyê ya Organize ya Rihayê, ji ber kriza aborî nikarin deyne xwe bidin. Dîcle EPSAŞ ku ceyranê dide Herêma Sanayiyê ya Organize ya Rihayê, bi sedema 23 milyon tl deynê ceyranê nedaye, dê duşemê ceyranê ji ser herêmê qut bike. Şîrketa Dicle EPSAŞ'ê têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku rêveberiya Herema Saniya Organîze (OSB) 23 milyon lira deynê ceyranê nedaye û ji bo deynê xwe bide bi dehan caran hişyar kiriye û ji ber nikare deynê xwe bide dê ceyranê ji ser wan qut bike. Şirketê di daxuyaniyê de anî ziman ku ger ceyran nede dê di 17'ê Îlona 2018'an roja duşemê ceyranê qut bike.