Nexweşek bi şarbonê mir 2018-09-14 18:01:56   AMED - Hevserokê Odeya Tabîban a Amedê têkildarî nexweşiya Şarbonê ku her diçe belav dibe daxuyanî da û diyar kir ku zarokekî 10 salî bi Şarbonê jiyana xwe ji dest daye. Demîr xwest ji bo bêtir mirov nemirin tedbîn bên stendin.    Odeya Tabiban a Amedê, (DTO), Odeya Bêtan a Amedê (DVHO), Sendîkaya Xizmetkarên Civakî û Tenduristiyê (SES) û Odeya Hekîmên Diranan a Amedê (DDHO), têkildarî Şarbona ku li Tirkiye belav dibe, li Odeya Tabîban a Amedê daxuyaniyek hevpar dan. Di civînê de Hevserokê DTO'ê Dr. Şerif Demîr, daxûyanî da û wiha got: "Di rojên dawî de bûyerên Şarbonê belav dibe. Divê hikûmet tedbîran bistîne. Li Stenbolê 6 nexweşên şarbonê hatin dîtin. Li Bedlisê zarokê 10 salî bi nexweşiya şarbonê jiyana xwe ji dest da. Divê hikûmet di vê mijarê de şeffaf tev bigere û tedbîran bistîne. Divê rayedar der barê nexweşiya şarbonê û nexweşên bi şarbonê ketine de agahiyên zelam bike. Ji navçeya Norşînê ya Bedlîsê zarokek 10 salî ku bi nexweşiya Şarbonê ket anîn Zaningeha Tîpê ya Dîcleyê. Zarokê 10 salî bi nexweşa Şarbonê jiyana xwe ji dest da. Piştî vê yekê ev nexweşî li Amedê jî hat dîtin. Lê rayedarên tenduristiyê der barê vê yekê de tu agahî nedan. Piştî goştên îthal belav kirin êdî fikarên me zêde bûn. Divê Wezîrê Sewalkarî û Çandiniyê piştgiriyê bidin hilberîna çotkaran."