Ewil qebûl kirin û piştre red kirin 2018-09-14 16:49:50   STENBOL - Karkerên Balafirgeha 3'yan ji ber nebaşbûna şert û mercên kar danê sibehê dest bi çalakiyê kirin. Piştî destbi çalakiyê kirin, cendirmeyan mudaxaleyî çalakiyê kirin. Karkeran li dijî êrîşê li ber xwe dan. Rayedarên şîrketê ewil daxwazên karkeran qebûl kir û piştre red kir. Çalakiya karkeran didome.    Danê sibehê karkerên di înşeata Balafirgeha 3'yan de dixebitîn, ji ber nebaşbûna şert û mercên kar dest bi çalakiyê kirin. Dema karkeran dest bi çalakiyê kir, hemû karker tev li çalakiyê bûn. Lê piştî demekê cendirmeyan bi gaz û ava şide mudaxileyî çalakiyê kirin, lê karkeran dev ji çalakiya xwe berneda û li ber xwe dan. Piştî vê berxwedana karkeran, rayedarên karkeran bang li karkeran kir ku nûnerên xwe bişînin û hevdîtinê çêbikin.  Rêveberên şîrketê yên xwestin karker dev ji çalakiyê berdin, bi qamyyonetekê hatin ber qawîşên karker lê bûn. Lê karkeran bi çepik, berzkirina dirûşmeyan û pîspîskê rêveberên şîrketê prostesto kirin. Tevî van bertekan jî rayedarên şîrketê xwestin derkevin ser qamyonê û biaxivin. Lê karkeran baretên xwe avêtin wan û rayedar mecbûr man vegerin.  ÎGA'yê jî der barê çalakiya karkeran de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şeveqê zû serwîsa ku diviya karkeran bibe cihê kar, dereng maye û karker di bin baranê de mane û ev rewş protesto kirine.    EWIL DAXWAZ QEBÛL KIRIN Û PIŞTRE RED KIRIN   Lê piştî rayedarên şîrketê dîtin karker ji a xwe danakevin, bi nûnerên karkeran re hevdîtin çêkirin û daxwazên karkeran qebûl kirin. Lê piştî demekê dîsa daxwazên karkeran red kirin û çalakiya karkeran didome.