'Ji bo zelalkirina cinayeta Tahîr Elçî wêrek bin' 2018-09-14 15:39:37   AMED - Di çalakiya rûniştinê ya ji bo dîtina kiryarên Tahîr Elçî de, Alîgirê Serkê Baroyê Sertaç Bûlûttekîn bang li rayedaran kir û got: "Ji bo zelalkirina cinayeta Tahîr Elçî wêrek bin."    Baroya Amedê, her hefte roja înê li ber Edliyaya Amedê ji bo dîtina kiryarên Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Sûrê li ber Minareya Çar Ling hat kuştin çalakiya rûniştinê li dar dixe. Baroyê vê hefteyê çalakiya 141'emîn li dar xist. Di çalakiyê de pankarta li ser "Em te ji bîr nakin" hat hilgirtin. Alîgirê Serokê Baroya Amedê Sertaç Bûlûttekîn û gelek parêzer bi cubeyên xwe tev li çalakiyê bûn. Li ser navê baroyê Bûlûttekîn daxuyanî xwend.    ‘TENÊ NE JI BO TAHÎR ELÇÎ...'    Bûlûttekîn, bilêv kir ku li ber Edliyeya Amedê ew tenê Tahîr Elçî bi bîr naynin û got: "Di şexsê Tahîr Elçî de, em hemû kesên ku di dema darbeyan, rêveberiyên awarte, Rewşa Awarte de hatin kuştin, di bin çavan de hatin windakirin, di bîrên asîtê de hatin, bi bombeyan hatin kuştin, Ceylan Onkolan, 34 canên li Roboskiyê ku bi balafirên şerî hatin kuştin, Dayika Taybet û Cemîlayê jî bi bîr tînin."    ‘LÊPIRSÎNEKE ÇALAK TUNE YE'    Bûlûttekîn bi bîr xist ku nêzî 3 sal in cinayetê Elçî nehatiye zelalkirin û got: "Ev qas wext di ser re derbas bûye, lê hîn jî ji bo vê cinayeta ku tesîreke zêde li civakê kir lêpirsîneke çalak nehatiye meşandin. Wekî Baroya Amedê ji bo zelalkirin vê cinayetê me gelek caran bang kir, lê mixabin rayedar xwe li bêdengiyê datînin."    ‘GAVÊN DIRUST BAVÊJIN'    Bûlûttekîn ji bo zelalkirina cinayetê bang li rayedaran kir û got: "Di serî de Serdozgeriya Komarê ya Amedê em bang li hemû rayedaran dikin. Hem me hem jî civak ji bo zelalkirina cinayet a Tahîr Elçî têra xwe bi sebr tev geriya. Lê êdî hûn jî ji bo zellakirina vê cinaayetê wêrek bin û gavên dirust bavêjin."