Li Edeneyê ji 2 penaberên hatin binçavkirin yek jê hat girtin 2018-09-14 14:34:25 EDENE – Li Edeneyê birayên hev Muhammed û Mhmûd Osmanê ku ji Bakurê Sûriyeyê ne hatin binçavkirin, Muhmmed Osman hat girtin û Mahmûd Osman jî bi şertê venêrîna edlî hat berdan.  Birayên hev Muhammed Osman û Mahmûd Osmanê ku ji Bakurê Sûriyeyê ne û ji bo xebatê çûn Amasyayê, Midûriyeta Emniyatê a Navçeya Ceyhan a Edeneyê der barê wan de lêpirsîn da destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de herdu bira hatin binçavkirin. Herdu birayên hatin binçavkirin anîn Emniyeta Ceyhaanê.    Herdu bira di sala 2014'an de ji ber şerê li Sûriyeyê hatin Tirkiyeyê û li Taxa Bota ya Ceyhanê bi cih bûn. Lê belê Emniyeta Ceyhanê îdia kir ku herdu bira di sala 2016'an de çûne Kobaniyê û tev li YPG'ê bûne. Piştî karên li emniyetê herdu bira sewqî dadgehê hatin kirin. Muhammed Osman bi dîiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û birayê wî Mahmûd Osman jî bi şertê venêrîna edlî hat berdan.