Qeyûmê Qubînê û DEDAŞ ji ber deynê ceryanê pev ketin 2018-09-14 11:46:10   ÊLIH - DEDAŞ'ê ji ber Şaredariya Qubînê deynê xwe yê ceryanê neda, ceryana şaredariyê birî. Qeyûmê Şaredariya Qubînê jî, peyarêyên li ber nûnertiya DEDAŞ'ê bi makîneyan xera kir. Li ser vê yekê, DEDAŞ'ê ceryana şaredariyê berda.    Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ), ji ber Şaredariya Qubînê deynê xwe yê ceryanê nedaye, ceryana avahiya şaredariyê birî. Li gorî agahiyên bi dest ketin, DEDAŞ'ê ji şaredariyê re gotiye, eger deyn bê dayîn ew ê ceryanê berdin.    QEYÛM PEYARÊ XERA KIRIN    Lê belê rêveberiya şaredariyê ya di dest qeyûm de, ji ber vê yekê bi makîneyan peyarêyên li ber nûnertiya DEDAŞ'ê xera kirin. Piştî vê yekê DEDAŞ'ê ceryana şaredariyê berda.