Li Girtîgeha Baybûrtê cezayê hucreyê li girtiyan tê birîn 2018-09-14 10:36:56   ŞIRNEX – Hat diyarkirin ku li girtiyên di Girtîgeha Tîpa M a Jina ya Baybûrtê de, tim cezayê hucreyê li wan tê birîn.    Girtiyên di Girtîgeha Tîpa M a Jina ya Baybûrtê de, bi rêya malbatên xwe binpêkirinên li girtîgehê ragiihandin. Girtiyan, diyar kir ku li girtîgehê çewisandineke zêde heye û di hevdîtinên vekirî de nikarin bi destê xizmên xwe jî bigirin. Girtiyan, bilêv kir ku tim û tim cezayê hucreyê û qedexekirina pêwendîdanînê li wan tê birîn û xwarina wan kêm tê dayîn. Girtiyan xwest ji Komeleya Mafên Mirovan heyetek serdana girtîgehê bike.    'TIM CEZAYÊ HUCREYÊ TÊ BIRÎN'    Hunermend Nûdem Dûrak (28) ku ew jî di Girtîgeha Tîpa M a Jina ya Baybûrtê de ye, bi rêya malbata xwe binpêkirinên bi wan re rû bi rû dimîne ragihandin. Hatîce Dûrak, dayika Nûdem Dûrak, got: "Got, zilm û zordarî heye. Tim 15,20 an jî 30 roj cezayê hucreyê li wan tê birşn. Ne xew heye, ne av ne jî xwarinê didin. Em nikarin ji bo hevdîtina vekirî biçin. em heftê carekê 10 deqîqeyan bi telefonê xeber didin. Ew jî carinan telefon nakişîne. An jî telefona girtîgehê xera dibe."