Ji ber nebûna ceryanê berê xwe dan rojavayê Tirkiyeyê 2018-09-14 09:29:59 RIHA - Ji ber nebûna ceryanê şêniyên gundê Hoşînê, dev ji bi sedan donim erdên xwe berdan û berê xwe dan rojavayê welat, da li nav erdan bixebitin. Keyayê Taxê Fevzî Akpolat, diyar kir ku wan gelek caran ev pirsgirêk ji Qeymeqamê Navçeya Curnê Reş û midûrê DEDAŞ'ê re gotiye, lê belê guh nedanê.  Şêniyên gundê Hoşîn ê navçeya Curnê Reş a Rihayê, ji ber ceryana kêm dev ji erdên xwe berdan û ji bo li nav erdan bixebitin berê xwe dan rojavayê Tirkiyeyê.    'JI BER NEBÛNA CERYANÊ NIKARIM ERDÊ XW EBAJOM'    Şêniyê gund Omer Ozdemîr, diyar kir ku ew di sedala 21'emîn de sedsala 18'emîn dijîn. Ozdemîr, diyar kir ku ji ber nebûna ceryanê ew nikarin cîhazên xwe yên elektronîk bixebitînin û her wiha her meh jî fatûreya ceryanê ji wan re tê û heqê wê didin. Ozdemîr, bilêv kir ku ew li rojavayê welat jî maye, lê belê li wir bi pirsgirêkên bi vî rengî re rû bi rû nemaye û got: "Çi gunehê mirovên vê herêmê heye? Dewlet wekî mirovan nêzî mirovên li herêma rojhilat nabe. Eger wek mirovan bidîtana, dê wisa nekirina. Ji bo erdê xwe av bidim, min bi 200 hezar lîreyî bîr kolaye, lê ji ber nebûna ceryanê nikarim bi kar bînim. Em li Ordûyê li baxçeyê mirovekî dixebitin, em ji wî dewlemendtir in, lê belê em li cem wî dixebitin. Eger ceryan hebûna, ez ê li nav erdê xwe bixebitiyama. Ji mecbûrî em diçin li rojavayê Tirkiyeyê dixebitin. Beriya hilbijartinê parlementerên AKP'î digotin em ê wisa bikin, wiha bikin... Ka li kuderê ne? Ava me ya vexwarinê jî tune ye?"    Ozdemîr, bilêv kir ku 250 donim erdê wî heye, lê belê nikare bajor û loma berê xwe daye Ordûyê û li wir findiqan top dike. Ozdemîr got: "Li wir keviran davêjin me, heqaretê li me dikin. Çima dewlet me mehkûmî tiştekî wisa dike?"    Şêniyê gund Nûsret Akdemîr, ji ber ceryan kêm e nikarin erdê xwe bajon. Akdemîr, diyar kir ku Çemê Firatê 15 kîlometreyan dûrî wan e, lê dîsa jî nikarin erdên xwe av bidin û got: "her sal bi hezaran mirov ji vê herêmê berê xwe didin rojavayê Tirkiyeyê. Erdên li vir nayên ajotin, ji emcbûrî diçin li rojavayê Tirkiyeyê di nav erdan de dixebitin. Rojê 6-7 saetan ceryana me tune ye."    Keyayê Gundê Hoşînê Fevzî Akpolat, jî diyar kir ku ji sala 1985'an ve tesîsata ceryanê ya herêmê neguheriye û ji ber têl kevn bûne ceryan baş nayê. Akpolat, da zanîn ku têlên ceryanê tim qut dibin, lê xebatkarên DEDAŞ'ê ji dêvla ku têlên qutbûyî biguherînin wan bi hev ve vedikin. Akpolat, diyar kir ku ji ber vê ceryanê gelek amûrên elektronîk ên li malan şewitîne û got: "Ji xwe baran tune ye û berên me mezin nebûn. Ji ber ceryan tune ye jî em nikarin ji bîran jî avê bikişînin. Yanî em nikarin erdên xwe bajon. Rojê 10-15 caran ceryan diçe û tê."    Akpolat, diyar kir ku wan gelek caran ev pirsgirêk ji Qeymeqamê Navçeya Curnê Reş û midûrê DEDAŞ'ê re gotiye, lê belê guh nedanê.