ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2018'AN 2018-09-14 09:00:07   * Esnafên li Wanê krîza aborî nirxandin û gotin: "Çi qas çavkaniyên welat hebûn hemû ji bo tanq û topan xerckirin û şandin Efrînê. Sedema sereke ya krîza aborî ev şer e."    * Jinên Îzmîrê der barê serdema nû ya Melîsê de ku dê di 1'ê Cotmehê de dest pê bike, fikrên xwe gotin û destnîşan kirin ku bareke mezin dikeve ser milê parlementerên jin.    * Duh Banka Navendî faîz ji sedî  17.75'an derxist ji sedî 24'an û xwest mudaxaleyî buhabûna dolar bike. Prof. Dr. Ahmet Şahînoz, diyar kir ku biryara zêdebûna faîzê biryarek derengmayî ye û wiha got: "Bi zêdebûna faîzê ya Banka Navendî dibe ku ji bo demekê zêdebûna buhayê dolar bi sînor bike, lê di esasê xwe de krîza aborî rast nake. Ji ber ku aboriya Tirkiye bi awayekî cîddî rawestiya ye.    * Parlementerê HDP'ê Selçûk Mizrakli, destnîşan kir ku berî ku aloziya li Tirkiye û Rojhilata Navîn kûrtir bibe divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û got: "Tecrîdkirina di şexsê Ocalan de, di asasê xwe de tecrîddkirina siyaseta demokratîk a kurdan û projeya aştiyê ya li Rojhilata Navîn e."    * Projeya HES'ê ya Karakûşê ya li Semsûrê tê çêkirin, Çemê Kolikê ziwa dike. Welatiyan, bilêv kir ku ew erdên xwe bi ava vî çemî av didin û dema ew derdên xwe dibêjin, bi şideta dewletê re rû bi rû dimînin.    * Heskîfa xwedî dîrokeke 12 hezara salan e, ji ber çêkirina Bendava Ilisûyê di bin avê de dimîne. Li Heskîfa nû ku tê avakirin li şûna pira dîrokî pireke mînyatur tê çêkirin û her wiha berhemên dîrokî yên hatin veguhastin jî li ser betonê hatin bicihkirin.    * Endamê Meclîsa Şaredariya Komirê Erkan Karataş, diyar kir ku beriya Hevşaredarê Komirê Huseyin Yuka bê binçavkirin qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û piştre bi hinceta li herêmê operasyon pêk hatiye Hevşaredar Yuka binçav kirin û ji peywirê girtin.    * Li navçeya Sûrê piştî bi biryara Lijneya Weziran a Îstîmlakkirina lezgîn gelek avahiyên li Sûrê di sala 2016'an de hatin xerakirin. Welatiyê Navçeya Sûrê Halît Olmez, ku xaniyê wî bi biryara Îstîmlakirina lezgîn hat rûxandin û hemû serlêdanên wî bê encam man, serî li DMME'ê da.    * Ji ber nebûna ceryanê şêniyên gundê Hoşînê, dev ji bi sedan donim erdên xwe berdan û berê xwe dan rojavayê welat, da li nav erdan bixebitin. Keyayê Taxê Fevzî Akpolat, diyar kir ku wan gelek caran ev pirsgirêk ji Qeymeqamê Navçeya Curnê Reş û midûrê DEDAŞ'ê re gotiye, lê belê guh nedanê.   * Baroya Amedê ji bo hesab ji kuştina Serokê Baroyê yê berê Tahir Elçî ku li Sûrê hat kuştin bipirse, dê di hefteya 141'an de li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)   * Platforma Şaxan a KESK'ê ya Stenbolê bi armanca piştgiriyê bide çalakiya Dayikên Şemiyê dê li avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk Bîne. (13.30)