Qemyona karkerên çandiniyê lê siwar bûyîn qelibî 2018-09-13 16:49:54   MANÎSA - Li Alaşehîrê, qemyona karkerên çandiniyê lê siwar bûyîn di zinaran de wer bû, karkerekê jiyana xwe ji dest da û 10 karker jî birîndar bûn.    Li nêzî Kepez a taxa Bahadur a navçeya Alaşehîr a Manîsayê, qemyona karkerên çandiniyê lê siwar bûyîn, di zinaran de wer bû. Karkerekê jiyana xwe ji dest da û 10 karker jî birîndar bûn. Li ser agahiyê, gelek ekîbên tenduristiyê, cendirmeyan û agirkûjan sewqî herêmê hatin kirin. Kesên di qezayê de birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Alaşehîrê.