Çelîk: Sînorkirina îxraca arvan rakin 2018-09-13 13:58:05   ENQERE – Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk, diyar kir ku ji ber îxracata arvan hatiye bi sînorkirin bi dehan TIR li ser sînorê Xabûrê rawestiya ne û xwest sînorê li pêş îxracata arvan rakin.      Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Tuma Çelik, têkildarî sînorkirina îxracata arvan li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Çelîk, diyar kir ku di 6'ê Îlonê de Wezareta Bazirganiyê îxracata arvan bi sînor kiriye û xwest wezaret sînorê li ser îxracata arvan rake. Çelîk, anî ziman ku beriya peymanê kamyon û TIR'ên ku bi rê ketibûn niha li ser sînor hatine rawestandin. Çelîk, xwest biryar biryar kesên ku beriya 6'ê Îlonê derketine rê û dan û stendin kirine bi bandor neke û xwest sînorkirina îxracatê rake. Çelîk, xwest destûr bidin TIR'ê ku li ser sînor rawestiya ne û wiha got: "Li gel ajokarên TIR û Kamyonan hem yên arvan firotine û hem jî yên arvan kirîne gelek mexdûr bûne. Ji bo mexdûriyetea van mirovan bê rakirin divê gavên şênber bên avêtin. Ger ku zerara van kesan neyê çareserkirin dê xebatên serfkar û hilberîner bandora xwe li nava welat bike."