Bi şertê kontrola edlî hatin berdan 2018-09-13 13:43:26   ŞIRNEX - 18 kesên li navend û navçeya Sîlopî ya Şirnexê hatibûn binçavkirin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   Ji 35 kesên li navend û navçeyên Cizîr û Sîlopî yên Şirnexê, di rojên derbasbûyî de hatibûn binçavkirin 18 jê piştî lêpirsîna wan a li Midûryeta Polîsan bi dawî bûn, di saetên serê sibê de sewqî edliyê hatin kirin. Dozger piştî îfadeya 18 kesan girt, sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kirin. Dadger bi şertê kontrola edlî 18 kes berdan.    17 kesên din jî duh sewqî edliyê hatibûn kirin û berdan.