Biryar dan ku Rojnameger Çelîk û Yoksu bi zorê bînin danişînê 2018-09-13 12:57:33 STENBOL - Danişina doza 6 rojnamegerên ji lêpirsîna Redhackê yên Wezîr Berat Albayrak tên darizandin hat ditin. Heyeda Dadgehê di danişîne de biryar da ku rojnameger Omer Çelîk û Metîn Yoksu  bi zorê beşdarî danişîna pêş bibin.    Danişina doza 6 rojnamegerên ku ji lêpirsîna belavkirinên peyamên wezîr Berat Albayrak tên darizandin li 29'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de rojnameger Derya Okatan, Tunca Ogreten, Mahir Kanaat û Eray Saygin li salonê amaed bûn. Rojnameger Omer Çelik û Metin Yoksu  tev li danişînê nebûn. Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu, Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (OGÎ) Hakki Boltan, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat û gelek rojnameger amade bûn. Parêzerên rojnamegeran mafê parastinê girt û xwest kontrola edli û qedexeya derktina derve ya rojnamegeran bi dawî bibe.    Heyeta dadgehê piştre daxwaza parêzeran red kir û biryara berdewama kontrola edlî da. Heyetê dîsa biryar da ku Rojnameger Omer Çelîk û Metin Yoksû yên tev li danişînê nebûn di danişina pêş de mecbûrî tev li danişîne bibin Ger ku nebûn jî wan bi zorê bînin danişînê.    Heyetê danişîn taloqî 8'ê Çileya 2019’an kir.