'Dibistana Ferzad wekî kulîlka li axa zuha geş bû, lê tehamul nekirin' 2018-09-13 11:58:59   AMED - Hîndekarê perwerdehiya kurdî Adîl Ercan, bal kişand ser girtina yekemîn Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger ku di 2014'an de dest bi perwerdehiya kurdî kir û 2 sal şûnde hat girtin û wiha got: “Dibistanên kurdî wekî kulîlka li ser axa zuha şîn bibe bûn. Ew çîçek çiqas bi qîmet bû, ew dibistan jî ji bo me ew qas bi qîmet bûn. Lê ev yek tehamul nekirin û girtin."    Li Tirkiye yekem dibistana kurdî Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger, di 15'ê Îlona 2014’an de li Navçeya Rezan a Amedê hat vekirin. Wezareta Perwerdehiyê wekî "Dibistana taybet" nas kir. Piştre li navçeyên Qoser, Cizîr, Geverê dibistanên kurdî hatin vekirin. Li Dibistana Fersat Kemanger 238 xwendekaran perwerdehiya kurdî didîtin. Lê Walîtiya Amedê di 9'ê Cotmeha 2016'an de mohr li dibistanê xist û dibistan girt. Walîtiyê dibistana ku zarokên 5-11 salî lê perwerdehiya ziman didît mohr kir û wekî "Xebatên li dijî mevzûatê" nîşan dan. Rayedarên dewletê piştre li Cizîr, Gever û Qoserê jî dibistanên kurdî girtin. Der barê girtina dibistanan û polîtîkayên dewletê yên li ser ziman Hîndekarê perwerdehiya kurdî Adîl Ercan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Adil Ercan, diyar kir ku ji destpêka avakirina komarê heta niha li zer kurdî zext hene û wiha got: "Hişmendiya li dijî ziman nehatiye guhertin. Di destpêka dibistanên seretayî de xweztin kurdî bi me bidin ji bîr kirin. Mamosteyên dibistanan wekî cendirmeyan nêzî me bûn û em kirin biyaniyên zimanê xwe. Ji ber em bi kurdî axivîn em rastî lêdanê hatin. Ger ku hêzek li ser civakekê zextan bimeşîne, dê ew civak li dijî wê hêzê nifrînê pêş bixe. Ew çiqas ji kurdî nifrînê bikin ez jî ew qas ji kurdî hez dikim. Zimanê neteweyekî di heman demê de çand û nasnameya wî neteweyî ye. Li ser ruyê cîhanê berê 6 hezar ziman hebûn. Lê niha 3 hezar ziman hene. 3 hezar dewlet tune, lê ev zimanên din tevî ku dewleta wan tune jî dîsa bi zimanê xwe di axivin û perwerde dibin. Li cîhanê 40 milyon kurd hene. Lê kurd nikarin bi zimanê xwe serbest perwerde bibin. Ger ku li Kurdistanê hinek ziman tê axaftin jî ew jî bi xêra têkşîna li Kurdistanê ye. Kurd di serdema Osmanî de bi zimanê xwe di axivîn û perwerde dibûn, lê niha nikarin perwerde bibin.    'EM MALA XWE BIKIN DIBISTAN'    Ercan bal kişand girîngiya kurdî ya ji bo kurdan û wiha axivî: “Dibistanên kurdî wekî kulîlka li ser axa zuha şîn bibe bûn. Ew çîçek çiqas bi qîmet bû, ew dibistan jî ji bo me ew qas bi qîmet bûn. Lê ev yek tehamul nekirin û girtin." Dema  dibistan girtin cîhana me xera bû. Em pê pir êşiyan. Em bang li hemû kurdan dikin ku her yek mala xwe bike dibistan û li mala xwe kurdî fêrî zarokên xwe bike.    MA / Kamber Yildiz