Mexdûrên 12’ê Îlonê: Desthilatdariyê darbe nû kir û li gorî xwe pêk anî 2018-09-13 11:53:53   MÊRSÎN - Mexdûrên 12’ê Îlonê, diyar kirin pêkanînên AKP’ê, yên 12’ê Îlonê derbas kirine û gotin: “Bi tu awayî darbe neqediyaye. Berevajî, awayê wê hat guhertin û desthilatdariyê li gorî xwe cardin kir dewrê.”   Bi ser Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê re 38 sal derbas bûn. Wê demê gelek ciwanên welatparêz, çep û sosyalîst ji ber têkoşîna xwe ya azadî, demokrasî û aştiyê hatin girtin û rastî îşkenceyên herî giran hatin. Mexdûrên 12’ê Îlonê, diyar kirin ku di wê pêvajoyê de sûcên mirovahiyê yên herî giran hatin kirin û gotin: “Hikûmeta AKP’ê îro vê darbeye birêve dibe û dide jiyîn.”    ‘ARMANCA DARBEYAN TESLÎMGIRTINA BÊŞÊN MÛXALÎFE’   Îbrahîm Bîlen ê di 12’ê Îlonê de hat girtin û di îşkenceyên giran re derbas bû, îro dinava Hewldana 78’an de cih digire û têkoşîna xwe ya demokrasiyê berdewam dike. Bîlen, diyar kir ku armanca darbeyan teslîmgirtina beşên mûxalîfe û wiha axivî: “Lê ew hêza berxwedana gel heye ku li dijî darbeyan serî hilde. Darbeya 12’ê Îlonê nêzî 2-3 salan berdewam kir. Dûre rejîma parlamenter a demokratîkhat avakirin. Lê ligel vê yekê jî, heya roja îro rêveberiyek yek alî rejîma parlamenteriya demokratîk bi rêve bir. Gava em niha li hevşaredar, parlamenter, akademîsyên, rojnameger û hiqûqnasên di girtîgehan de mêze dikin, em baş dibînin ku bi çi awayî mûxaleta demokratîk hatine çewisandin.”    ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE YA LI DIJÎ DARBEYAN BIDOMÎNIN’   Bîlen, bal kişand ser darbeya 15’ê Tîrmehê û wiha got: “Hemû darbe dişibin hev û ji bo mûxalifan bêdeng bikin, tên lidarxistin. Dibin navê FETO de, desthilatdariyê xwest pêşiya xwe ve, êrîşî mûxalefetê bike, bixe bin kontrola xwe û teslîm bigire. Ligel hemû tiştî jî, emê têkoşîna xwe  li dijî darbeyan û hişmendiya darbekar berdewam bikin. Min hewldana darbeya 1972’an jî dît. Ez bûme şahidê hemû darbeyan. Lê emê tu carî gavê paşve ne avêjin û divê li dijî hemû darbeyan derbikevin.”   ‘DESTHILATDARIYÊ DARBE NÛ KIR Û LI GORÎ XWE PÊK ANÎ’   Ji mexdûrên darbeye Serokê Hewldana 78’an ê Mêrsînê Bayram Kizartici jî, diyar kir darbe darbas nebûye û wiha axivî: “Desthilatdariyê darbe guherand û li gorî xwe pêk anî. Awayên darbeyan tim tên guhertin. Mînak benda hilbijartinê ya ji sedî 10 encama 12’ê Îlonê ye.  Ji wê rojê û vir ve tim awayekê darbeyê heye. Serokkomar Recep Erdogan dibêje, ‘ger îro qanûna darvekirinê bê ber sî dê demildest îmze bike.’ Ev nîşaneya hîna jî darbe berdewam dikeye. Ji ber ku di dema darbeye de biryarra darvekirinê dihat lêkolînkirin. Lê niha Erdogan bêyî ku lêkolîn bike, dibêj ewê darvekirinê îmze bike. Ev helwestek wî derbas dike.”    ‘PÊKANÎNÊ AKP’Ê DARBE DERBAS KIRIN’   Ahmet Şeremet jî, da zanîn ku tiştên îro li welat tên jiyîn, darbeyek bi pergaliye û wiha axivî: “AKP’Ê bi pêkanînên xwe darbe jî derbas kir. Lê ligel hemû tiştî divê em yekitiya xwe li dijî rejîma desthilatdar xurt bikin û rêxistinbûyîna xwe derbixin holê. Hemû qral hilweşiyane, dê AKP jî hilweşe û ji holê rabe.”