Pêşengê baweriyê: Êrişa li dijî cenazeyan Şerma mirovahiyê ye 2018-09-13 11:13:15   AMED  - Di demên dawî de êrîşa li dijî cenaze, goristan û merasimên cenazeyan ên endamên rêxistinê yên di şer de jiyana xwe ji dest dan zêde bûne. Her çend parazvanen mafên mirovan vê yekê li dijî hiqûq û pîvanên gerdûnî pênase bikin jî êrîş bi destê polîs û leşkeran zêde dibe. Pêşengên baweriyan diyar kirin ku ev yek li dijî mafên mirovan û nirxên mirovan e û wekî şerma mirovahiyê pênase kirin.    Li Tirkiye piştî hikûmeta AKP'ê û Serokomar Erdogan "Pêvajoya çareseriyê" bi dawî kir, şer zêde bû. Bi hezaran ciwanên kurd, leşker, polîs hatin kuştin. Êrîşên li dijî nirxên kurdan, êrîşên li dijî cenaze, goristan û merasimên cenazeyan ên endamên rêxistinê zêde bûn. Bi taybetî di serdema OHAL'ê de ev êrîş wekî zagonî u fermî nîşan dan. Di pêvajoya OHAL'ê de binpêkirina mafan û êrîşên li dijî nirxên mirovan zêde bûn. Herî zêde li dijî goristan, gor û cenazeyê endamên rêxistinê êrîş zêde bûn. Di demên dawî de zêde êrîşî goran dikin, Gorên endamê rêxistinê dişkînin, xera dikin û heqaretê li malbatan dikin. Her çend ev êrîş li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropa, xalên Dadgeha Mafên Mirovan û pîvanên gerdûnî bin jî dîsa, welatên cîhanê li dijî van êrîşan ker, kor û lal in. Bi taybetî destûr nadin malbat cenazeyên xwe defin bikin û êrîşî malbatan dikin. Têkildarî van êrîşan Hevberdevkê Komîsyona Lihevhatinê ya Kongreya Cigvaka Demokratîk (KCD) Adem Firik nirxandin kir. Firik, anî ziman ku êrîşên li dijî goristan, gor, merasima cenazeyan nayê qebûl kirin û di hiqûq, ol û ne wîcdanê mirovan de cihê wê tune ye. Firik, anî ziman ku ev yek li dijî mafên mirovan û qanûnên bingehîn in. Fîrik, destnîşan kir ku hurmeta li dijî gor, goristan û cenazeyan yek ji peywir û rêgezên baweriyan e û wiha got: "Di hemû olan de beri her tiştî divê mirov hurmetê nîşanî cenaze û goristanan bidin. Êrîşa li dijî gor û goristanan kîn û nifrîna nava civakê zêde dike. Bi taybetî di milê olê îslamê de êrîşên li dijî gor û cenazeyan nayê qebulkirin."    Fîrîk, da zanîn ku dema cenazeyê cuhîyekî di pêş Hz. Muhammed re derbas dibû hurmet û rêz nîşan dida û wiha lê zêde kir: "Dema dipirsin 'Tu çima li hemberi cenazeyê ne musliman rabû ser piyan?' Hz Muhammed dibêje ‘Ew êdî di hizûra xwedê de ye. Tişta para me em hurmetê nîşanî wî bidin."    Firik, anî ziman ku heta niha bi hezaran qewman li ser vê axê şer kirin û tu carî bê hurmetî li hemberî cenazeyan nekirin û wiha bi dawî kir: "Têkildarî cenazeyan di sureya Bakara  de dibêje ‘Kes nikare cudahiyê têxe nava pêxember, pirtuk û melekên ku min şandine.' Ger ku kes derketibe pêşberî xwedê. Wê demê divê êdî cudahî neyê kirin. Êdî li dadgeha xweda ye. Xwedê hez bike dê wî efû bike û hez bike dê wî ceza bike. Divê qûl xwe nexe şûna xwedê. Tişta ku niha li dijî cenaze û merasima cenazeyan tê kirin li dijî mafên mirovan e û şerma mirovahiyê ye. Li dijî olê îslamê ye."    MA / Esra Solîn Dal