Operasyona li Hezo 14 rojin berdewam dike 2018-09-13 10:08:22   ÊLIH - Li çoltera Hezo, operasyona piştî pevçûna berî demek dirêj rû dabû hatibû destpêkirin, bênavber berdewam dike.   Li nêzî rawestgeha Gazê Topê yê navçeya Hezo ya Êlihê, di 31’ê Tebaxê de, pevçûn dinavbera leşker û HPG’iyan de derketibû û di pevçûnê de 2 leşker û HPG’iyekê jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî pevçûnê li herêmê operasyonek mezin hatibû destpêkirin. Operasyon li nêzî herêmên Zengoviyê, Hafîkê, Seyîthafê, gundên çolterên herêmê Tîmok û Mûşrîta, li gundên deştê yên Reşêdara, goma Gundê Nû, gundên Dêrşewan û Ceznê hatibû destpêkirin.    Yekîneyên leşkerî yên ji Êlih û Bedlîsê anîbûn, cerdevan û yekîneyên taybet ên herêmê cihê xwe di operasyonê de digirin. Di rojên destpêkê yên operasyona di 31’ê Tebaxê de hatibû destpêkirin, gelek daristanên herêmê hatibûn şewitandin û leşkeran bi ser hin gundan de girtibûn.    Operasyon bi rojane bênavber berdewam dike. Ablukeya li ser qadên çolter, gundên derdorê û di serî de jî li ser gundê Zengoviyê berdewam dike. Dîsan li gundê Reşêdara û goma Gundê Nû bênavber maşiyên leşkerî digerin. Helîkopter dem bi dem li herêmê digerin û hat diyar kirin ku cerdevan û yekîneyên taybet ên beşdarî operasyonê bûne, herî zêde wesayîtên sîvîl bikar tînin.