Keyayê taxa hat hilweşandin: Kes naxwazin ji Sûrê derkevin 2018-09-13 09:11:58   AMED – Li Sûra Amedê hîn jî 6 tax qedexekirîne. Yek ji van taxan jî Taxa Cemal Yilmaz e. Keyayê taxê Koçero Topdemîr got: "Kes naxwaze ji Sûrê dûr bikeve."    Li Sûra Amedê qedexeya derketina derve di 2'yê Kanûna 2015'an de îlan kir û di dema qedexeyê de navçe hat qedexekirin. Lê ji wê çaxê ve qedexeya li 6 taxan hîn jî didome. Yek ji van atxan jî Taxa Cemal Yilmaz e. Keyayê taxê Koçero Topdemîr, destnîşan kir ku şêniyên Sûrê yên bi zorê ji navçeyê hatin derxistin dixwazin vegerin malên xwe.    Topdemîr, bilêv kir ku piştî taxa wan hat qedexekirin ev nêzî 3 salan e peywira xwe bi awayekî seyyar didomîne û got: "Kesên bi darê zorê ji taxê hatin derxistin, li deverên din ên bajêr ketin xaniyên bi kirê. Pir kêm malbat berê xwe dan rojavayê Tirkiyeyê. Kesî navnîşana maka xwe neguherand. Niha navnîşana hemû malan li ser taxê qeydkiriye. Em hevdîtin bi rêya telefonê çêdikin. Dema mirinek, nexweşînel çêdibe ancax mehek şûnde hayê me jê çêdibe."    ‘EM LI DIJÎ GUHERANDINA DEMOGRAFIYÊ NE'    Topdemîr, destnîşan kir ku ew li dijî guherandin demografiya Sûrê ne û şêniyên Sûrê dixwazin bên taxên xwe. Topdemîr got: "Di navbera kesên ku bi zorê ji navçeyê hatin derxistin û komîsyona li hevkirinê ya Midûriyeta Derdor û Bajarsaziyê ya Bajêr de lihevkirinek çênebû. Çimkî, li holê çareserkirinek tune ye. Em dibêjin Sûr a xwediyên xwe ye û dixwazin daxwazên me yên ji bo vegerê esas bên girtin."    Topdemîr, diyar kir ku di dema pevçûnan de malên wan texrîb bûne, lê belê rûxandina sereke piştî briyara îstimlaqkirinê ya Desteya Wezîran çêbûye. Topdemîr, diyar kir ku li taxa wan kevir li ser kevir nemaye, lê belê qeymêqamê navçeyê ji bo pirsgirêkên taxê gazî wî dike.    ‘KES NAXWAZE JI SÛR DÛR BIKEVE'    Topdemîr, bilêv kir ku eleqeya malên nû tên çêkirin û mîmariya Sûrê bi hev re tune ye û got: "Keviran li ser betonê bi cih dikin. Li gorî projeya nû ne mumkun e ku temamiya kesên li berê li taxê diman vegerin. Li taxê 2 hezar mal hebûn, lê li gorî projeya nû hejmara malan ji sedî ne zêdetir e. Dê li şûna malan rêyên dûble û bûlwarên mezin hebin." Topdemîr, diyar kir ku qaweta şêniyên Sûrê tune ye ku heqê van xaniyên nû bidin û kes naxwaze ji Sûrê dûr bikeve.    Topdemîr, diyar kir ku Weqfa Alîkariya Civakî ya girêdayî qetmeqamtiyê, heqê kirêya kesên malên wan hatin xerakirin dida, lê belê ji ber niha Wezareta Derdor û Bajarsaziyê budçe kêm kiriye, 2 meh e heqê kirê nayê dayîn.    MA / Lezgin Akdeniz