Acarer: Tirkiye piştevaniya çeteyên Idlibê kir 2018-09-13 09:10:23 STENBOL - Nivîskar Erk Acarer, diyar kir ku ji ber Tirkiye bi salan piştevaniya çeteyên li Idlibê kir îro li dijî operasyona li Idlibê derdikeve. Acarer, anî ziman ku Tirkiye dê bedelê polîtikayên derve giran bide.  Tirkiye Îran û Rûsya li Tahranê zirve pek anîn. Piştî zirveya navbera 3 welatan niqaşên li ser Idlibê zêde bûn. Niqaşên li ser têkiliyên di navbera Tirkiye û komên çekdar ên li Idlibê de berdewam dikin. Hewldanên operasyona li dijî Idlibê didome û Tirkiye li dijî operasyona li Idlibê bertekên tund nişan dide. Têkildarî helwesta Tirkiye ya li dijî operasyona Idllimê Nivîskar Erk Acarer nirxandinên girîng ji Ajansa Mezopotamya (MA) re kir. Acarer, anî ziman ku Tirkiye her dem daxuyaniyên 'Dê li Idlibê nexin. Em dê bi rêyên aştiyane Idlibê hal bikin û wiha got: "Lê Îran û Rûsya li van gotinên Tirkiye guhdar nake. Putin bi zimanê hişk ê dîplomatîk dê tişta li Idlibe diparêze pêk bîne. Dixwaze demek berî demekê herêmê ji rêxistinên terorê paqij bike. Em dizanin ku li Idlilê komên pir radikal hene û Erdogan jî dixwaze van komên radîkal biparêze. Lê di heman demê hêzên emperyalîst jî dixwazin van komên radikal biparêzin. Em dibînin ku DYA û hin welatên Ewropa jî li dijî vê operasyonê derdikevin. Wisa xuya ye ku dê li Idlibê qiyamet rabe. Ji niha de xuya dike ku Tirkiye dê bedelê polîtîkayên derve bi giranbuha bide."     'TIRKIYE JI DESTPÊKÊ DE KOMÊN SELEFÎ DIPARÊZE'    Acarer, bal kişand ser sedemên ku çima AKP li dijî operasyonên li dijî Idlibê derdikeve û wiha berdewam kir: "Tirkiye ji destpeka şer de piştgiriyê dide komên selefî. Dema ez bi muxalifên Sûriye re axivîm diyar kirin ku komên OSO pereyekî pir zêde ji Tirkiye distîne. Tirkiye ji destpêkê de ev mirov li vir bi cih kirin. Ewil ev mirov bi xeyalên Neo-Osmanî li vir bi cih kirin. Îktîdara AKP'ê gavên pir talûke avêt. Komên li derve rêz kiribûn anîn hundir. Di Hezîrana 2015'an û 1'ê mijdara 2015'an de. Ji ber AKP piştevaniya komên çekdar kiriye niha pir bi fikar e. Ji ber ku komên çekdar naxwazin bên kuştin, dibe ku di hundirê Tirkiye de derkevin. Dibe ku ji AKP’ê re bêjin 'Heta niha we piştgirî da me, lê îro hûn me terk dikin' û berê çekê xwe bidin AKP'ê. AKP ji ber vê yekê pir bi fikar e."      DÊ BANDORÊ LI SER KURDAN JÎ BIKE'   Acarer, anî ziman ku dê geşedanên li Idlibê bandorê li ser kurdan jî bike û wiha lê zêde kir: "Em li Kobanê û Rojava bûn şahidê jiyanek mînak. Em bûn şahidê stantartên jiyanek bilind. Kurd dê wekî berê çiqas karibin li pişt modela diparêzin rawestin ya na em nizanin. Dê çiqas karibin li modela azadî, mafên mirovan xwedî derkevin em dê bibînin. Em bawer dikin ku dîsa li pey fikra xwe ya jiyana azad e. Lê pirsgirêka esasî hêzên emperyalist dê çiqas destûrê bidin vê jiyanê. Ji ber ku hêzên emperyalîst kural û kaîdeyan nas nakin."    OPERASYONA QSD'Ê YA LI EFRÎNÊ PÊKAN E   Acarer, da zanîn ku dibe Hêzen Sûriyeya Demokratîk (SGD) li Efrinê li diji komên çekdar operasyonekê pêk bine û wiah berdewam kir: “Rêveberiya Sûriye ji destpêkê de dixwaze ehdê xwe ji cihanê re bêje. Dibêjin 'Dê welatê me perçe bikin. dê bi navê demokrasi û ol welatê me perçe perçe bikin. Lê nekarîbû vê yekê ji cîhanê re bêjin. Em niha Efrînê dibînin. Tu guhertin çênebû. Dema di destê kurdan de bû kemera Sunî u Cîhatkaran ava kirin. Ji ber vê yekê dê bi şiklekî Efrîn ji komên çekdar bê paqijkirin. Ji ber ku Efrîn bi destê Tirkiye ji nûve nifûsa wê hat avakirin. Li wir polîtikaya bişaftinê tê meşandin. Dibe ku YPG bi hêza Sûriye re têbikoşe.    RÎSKÊN MEZIN LI PÊŞ IN   Acarer,  herî dawî anî ziman ku tenê rêyek li pêş Idlibê ye u ew jî dê Tirkiye li wir winda bike û wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Tirkiye dê li Idlibê winda bike. Heta ku aştî, aramî û biratî li Rojhilata Navîn peş nekeve kes bi ser nakeve. "    MA / Bilal Seçkin