Ciwanên Ereb azadiya Ocalan xwestin 2017-10-22 16:24:08 ŞAHBA/EFRÎN – Şêniyên navçeya Bilbilê ya Efrînê bi yek dengî banga “Em dixwazin rewşa Rêber Ocalan nas bikin” kirin û gotin ku azadiya Rêber Ocalan misogeriya azadiya gelan e. Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk a Kantona Şehba jî bal kişandin ser tenduristî û ewlehiya Ocalan û azadiya Ocalan xwestin.  Li Efrîn û Şehbayê bi sedan welatî kom bûn û ji bo balê bikişînin ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalaki pêk anîn.    EFRÎN    Gelê Efrînê ji bo balê bikişîne ser tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gelek herêman meşiyan. Bi sedan şêniyên navçeya Bilbilê ya herêma Raco ya herêma Efrînê bi dirûşmeya “Bê serok jiyan nabe” daketin qadan. Meşa ku bi sedan xwendekar, mamoste, endamên saziyan û şervanên YPG û YPJ‘ê tevlî bibûn, ji ber rawestgeha gundên Care ya navçeyê dest pê kir û ber bi meydana Masera ya gundê Qeret ê girêdayî navçeyê bedewam kir. Meşvanan posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên YPG û YPJ‘ê, pankartên ”Azadiya Rêber Ocalan misogeriya azadiya gelan e û azadiya Rêbertî misogeriya aştiya li Rojhilata Navîn e” hildan û dirûşmeyên eşkerekirina rewşa Ocalan û şermezarkirina siyasetên dewleta Tirk ên li hember gelê kurd beriz kirin.   Meş  li gundê Masere veguherî mitîngê, li wir ji fermandarên YPG‘ê Şervan Seydo, Hevseroka Meclîsa TEV-DEM a navçeyê Sûreya Mistefa û endama Kongreya Star Gulê Mihemed axivîn. Axaftivana tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û daxwaza naskirina rewşa wî kirin. Di axaftinan de bal hate kişandin ser serkeftinên ku Hêzên Sûriyeye Demokratîk li dijî çeteyên DAIŞ‘ê bi dest xistin û hate gotin ku ev serkeftin encamên fikir û felsefeya rêber Ocalan e. Axaftvanan banga xurtkirina tekoşînê ji bo azadiya Ocalan kirin, bang li rêxistinên mirovî hate kirin ku fişarî li dewleta Tirkiyê bide da ku rewşa Ocalan eşkere bike. Çalakî bi dirûşmeya azadiya Ocalan bi dawî bû.   ŞEHBA    Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk a Kantona Şehba jî bal kişandin ser tenduristî û ewlehiya Ocalan û azadiya Ocalan xwestin. Ciwanên erem ên li Şehba daxuyanî dan azadiya Ocalan xwestin.  Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk a kantona Şahbayê daxwaza eşkerekirina tenduristiya Ocalan kir û destnîşan kirin ku azadiya gelan ji azadiya Ocalan e. Ciwanan gotin: “Heya rêberê me azad nebe, em ê nesekinin.”   Meşa dehan ciwanan ji navçeya Kefer Naya ve dest pê kir û di kolanên sereke yên navçeyê û herêma Til Rifet û navçeyên Ehrez , Fafîn, gundê Um El-Qura û heta gundê Şêx dewam kir. Ciwanan di vê navberê de durişmeyên daxwazkirina eşkerekirina rewşa Ocalan de beriz kirin. Meşa bi erebeyan, li gundê Şêx veguherî mitîngê, li wir bi dehan şêniyên gund beşdarî çalakiyê bûn. Ciwanan li qada gund piştî agirê vêxistin daxuyaniyek dan. Endamê tevgerê Yaşêr Şobek daxuyani xwend û wiha got: "Wekî tê zanîn, rêbertî ji 18 salan ve di zîndana îmraliyê de ye. Dewleta Tirk a dagirker li hemberî rêberê me hemû cureyên tundiyê dide meşandine. Tu agahiyan derbarê rewşa rêberê me nade. Dewleta Tirk destur nade ku malbat û parêzer hevdîtinan bi rêbertî re pêk bîne. Rêber Ocalan bi fikir û felsefeya xwe Rojhilata Navîn ronî kir. Em wekî Ciwanên Ereb ên Demokratîk kurd û ereb daxwaza azadiya Rêber Abdulah Ocalan dikin, ji ber ku azadiya rêbertî ji azadiya gelan e. Her çiqasî dewleta Tirk a dagirker rêberê me di girtîgehê de bihêle em ê li ser fikir û felsefeya wî bimeşin, heger hûn karibin vê fikrê rawestînin, wisa bikin, em ê wê demê wekî mertalekî bi hêz li hemberî van komployan rawestin.   Daxuyanî bi durişmeyên ji bo azadiya Ocalan, bi dawî bû