Bektaşa 80 salî 47 roj in di çalakiya rûniştinê de ye 2018-09-13 09:01:46 STENBOL - Dayika Seroka Şaxa PSAKD a Sariyerê Zeynep Yildirim Kezban Bektaş, ji bo keça wê bê berdan 47 roj in çalakiya rûniştinê li dar dixe. Bektaş anî ziman ku ji ber elewî ne keça wê hatiye girtin û heta keça wê neyê berdan dê çalakiyê bidomîne.  Kezban Bektaş (80), dayika Seroka Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdalê (PSAKD) a Sariyerê Zeynep Yildirima 60 salî ku niha di Girtîgeha Sîlîvriyê de ye, ji bo keça wê bê berdan 47 roj in li ber komeleyê çalakiya rûniştinê li dar dixe. Bektaş, her roj saet di 13:00'an de tê ber komeleyê û heta saet 17:00'an rûdinê.   'MA ELEWÎTÎ SÛC E?'    Bektaş, diyar kir ku bêyî hincetek hebe keça wê birine û got: "Di 02:00'yê şevê de hatin mala me û keça min birin. Mala me serobino kirin. Tu tiştek engotin. Ma mirov Seroka Komeleya Pîr Sûltan Abdalê be sûc e? Ma elewîtî sûc e? Ma dizî kiriye? Ma nelirêtî kiriye? Ez bi keça xwe serbilind im. Eger sûcekî keça min hebûna ez ê li vira rûneniştima."    'JI KERBELAYÊ VE ÇEWISANDIN DEWAM DIKIN'    Bektaş, destnîşan kir ku tim û tim elewî tên çewisandin û got: "Rêya me rêya 12 îmama ye. Ji Kerbelayê ve zext û zorî dewam dikin. Cemxane cihê me yê îbadetê ye. Em dev ji vir bernadin. Em cenazeyên xwe li vira verê dikin. Ji ber ku em elewî ne van tiştan dikin. Dibêjin 'an tu yê li cem me cih bigirî an jî tu yê biçî.' Dema dengê me digirin zext tune ne. Her tişt xweş e. Lê wexta hilbijartin tune bin, zext û zor tim hene." Bektaş, bilêv kir ku 30 sal in em li kuçukarmûtlûyê ne û ji ber nasnameya xwe 30 sal in rojeke rihet nedîtine.   'BILA DEV JI ME BERDIN'    Bektaş, anî ziman ku li taxa wan herkes xwişk û bira ye û got: "Polîs tim tên taxa me. Ma çi li taxa me heye? Li vira herkes xwişk û bira ne. Bila ew dev ji me berdin, da ku em bi rihetî bijîn. Bila dev ji me berdin. Tu derdeke elewiyan, kurdan, suniyan û tirkan bi hev re tune ye. Bila dev ji van zext û zoriyên xwe berdin."    Bektaş, diyar kir ku heta keça wê neyê berdan dê çalakiya wê dewam bike û got: "Keça min 60 salî ye û ew girtin. Hevjînê wê jî girtiye. Keça min bi awayekî derhiqûqî girtin. Ji bo yekîtiyê bang li herkesî dikim."