Rojnamegerê çalakî şopand bi 'endamtiya rêxistinê' tawanbar bû 2018-09-13 09:00:36 BEDLÎS - Îddianameya rojnamevan Ûgûr Yilmaz ku di yekeya çapemeniyê ya Şaredariya Bedlîsê de dixebitî û zêdeyî salekê ye girtiye, hat amadekirin. Di îdianameyê de daxuyaniyên çapemeniyê yên Yilmaz şopandine wekî hincet hatine nîşandan.  Rojnamevan Ûgûr Yilmaz ku di yekeya çapemeniyê ya Şaredariya Bedlîsê de dixebitî û di Tîrmeha 2017'an de hat binçavkirin paşê hat girtin û niha di Girtîgeha Jimara 2'yan a Bedlîsê de ye, bi "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" tê tawanbarkirin. Dozgeriya Komarê ya Bedlîsê îdianameya der barê Yilmaz de amade kir û îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Bedlîsê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de daxuyaniyên çapemeniyê yên Yilmaz tev li wan bûne, wekî hincet hatin nîşandan. Piraniya îdianameyê li gor îfadeyên şahidên nepen hatiye amadekirin û her wiha parvekirinên li ser medyaya civakî û çalakiyên ku Yilmaz tev li wan bûne wekî sûc hatine hesibandin.   Dê danişîna ewil a doza Ûgûr Yilmaz di 16'ê Cotmehê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan Bedlîsê pêk bê.