ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2018'AN 2018-09-13 09:00:08 * Kezban Bektaş, dayika Seroka Şaxa PSAKD a Sariyerê Zeynep Yildirim a girtî, ji bo keça wê bê berdan 47 roj in çalakiya rûniştinê li dar dixe. Bektaş anî ziman ku ji ber ku elewî ne keça wê hatiye girtin û heta keça wê neyê berdan dê çalakiya wan dewam bike.  * Rojnameger Seyît Evren, têkildarî hevditinên Zîrveya Tahranê ya di navbera Îran, Tirkiye û Rûsya û bûyerên pîştî zîrveyê ku Îran li Koyê, Tirkiye li Qendîlê û Rûsiye jîli Qamişlo êrîş pêk anîn nirxand. Evran, anî ziman ku li dijî êrîşên neteweyî û navneteweyî tenê rêyek ji bo xelasiya kuran heye û wiha got: "Kurd li dijî hemû êrîşan tenê bi riya yekîtiya neteweyî dikarin xwe biparêzin.    * Wezareta Bazirganiyê bi hinceta "îstikrara fiyetan" îxracatkirina arvan kêm kir. Ji ber vê yekê TIR û qamyonên barê wan arvan e, bi rojan e li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê sekinandîne. Ji ber ku destûra derbasbûyînê nayêd ayîn, hin ajovan vegeriyan malên xwe û hin jê jî sekinîne. Ajovanan got: "Em ê heta kengî wiha bisekinin?"    * Îddianameya rojnamevan Ûgûr Yilmaz ku di yekeya çapemeniyê ya Şaredariya Bedlîsê de dixebitî û zêdeyî salekê ye girtiye, hat amadekirin. Di îdianameyê de daxuyaniyên çapemeniyê yên Yilmaz şopandine wekî hincet hatine nîaşndan.    * Muhammed Elmîhalê ku li welatê xwe Sûriyeyê li Zanîngeha Şamê Beşa Rojnamevaniyê dixwend û ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê mecbûr ma hat Rihayê, diyar kir ku xewn û xeyalên wî welatê wî ye û dixwaze ev xewn û xeyal li wir pêk bên.    * Eger hûn li Semsûrê bin û bixwazin portreya we bê xêzkirin, tevî pirtûkekê biçin atolyeya wênesaz Mûstafa Çelenk.    * Nivîskar Erk Acarer, diyar kir ku ji ber Tirkiye bi salan piştevaniya çeteyên li Idlibê kir îro li dijî operasyona li Idlibê derdikeve. Acarer, anî ziman ku Tirkiye dê bedelê polîtikayên derve giran bide.    * Endama komîsyona rapora girtiyên nexweş a ÎHD'ê û ATO Dr. Fîlîz Unal, diyar kir ku dema girtiyan sewqî nexweşxaneyê dikin, ji bo hekîm kar û sûcê girtî ne girîng e û wiha got: "Divê hekîmê ku girtiyan muayine dike, ne li sûc û karê wî, divê li mafê wî yê tenduristiyê û tenduristiya wî binere."     *  Li Sûra Amedê hîn jî 6 tax qedexekirîne. Yek ji van taxan jî Taxa Cemal Yilmaz e. Keyayê taxê Koçero Topdemîr got: "Kes naxwaze ji Sûrê dûr bikeve."   * 14'emîn Danişîna doza JÎTEM'ê ya Qoserê dê li 5'emîn Dadgeha Cezayen Giran a Enqereyê bê dîtin. (09:20)   * Danişina doza 6 rojnamegerên ku ji lêpirsîna belavkirinên peyamên wezîr Berat Albayrak' tên darizandin dê li 29'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Danişîna doza 17 jê girtî 20 parêzerên Buroya Hiquqê ya Gel Komeleya Hiqûqnasên Hemdem a bi KHK'ê hat girtin dê li 37'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), dê tekildarî nexweşiya Şarbonê li salona civînê ya TTB'ê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12:30)   * Malbatên 34 kesên ku di êrîşa balafirên şer ên TSK'ê ya li Roboskê de hatin kuştin, dê li ser gorên zarokên xwe wan bibîr bînin û edaletê bixwazin. (17.00)