‘Rejîma Erdogan senteza hemû darbeyan e' 2018-09-12 18:00:43   AMED - Îrfan Babaoglu di panella 12’ê Îlonê ya  Amedê de axivî û got: “Ji ber polîtîkayên tecrîtê yên li Îmraliyê berdewam dikin, Tirkiye ketiye nava bêçaretiyê.” Hîlmî Aydogdu jî, diyar kir ku rejîma Erdogan senteza hemû darbeyên li welat hatine jiyîn in.    Komeleya 78’an a Amedê, bi boneya 38’emîn darbeya 12’ê Îlona 1980’an, li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê panela “Me 12 ‘ê Îlonê jibîr nekir, emê nedin jibîr kirin û emê hesap ji darbekaran bipirsîn” li darxist. Nivîskar Îrfan Babaoglu moderatoriya panêlê kir û ji şahidên darbeyê Suzan Îşbîlen, Hîlmî Aydogdu û Şahîn Tunç di panelê de axivîn. Parlamenterên HDP’ê Salîha  Aydenîz, Selçûk Mizrali, rêveberên partiyê û gelek welatî panel guhdar kirin.    ‘DIVÊ TECRÎT ROJEVA ME YA SEREKE BE’   Moderator Babaoglu, diyar kir ku Tirkiye dinava bêçaretiyekê deye û wiha axivî: “Sedema vê yekê bi polîtîkayên tecrîtê yên li Îmraliyê berdewam dikin ve girêdayî ye.” Ji şahidên darbeyê Şahîn Tunç jî, li ser bandor û encamên darbeyê axivî. Tunç, di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha bilêv kir: “Divê tecrît rojava me ya sereke be.”    SENTEZA HEMÛ DARBEYANE   Suzan Îşbîlen jî, derbarê texrîbat û hilweşandinên darbeyê de axivî û wiha got: “Kenan Evren û şebekeya wî ya kuştinan sûcên hovane kirin. Texrîbatên derûnî yên li ser mirovan avakirin hîna jî didomin.”   Hîlmî Aydogan jî, diyar kir ku tekane armanca darbeyan civakek yektîpî avakirine û wiha axivî: “Projeya civakek li gorî aqlê dewletê bijî, destpêkê li girtîgan dan destpê kirin. Lê projeya yektîpî di zindanan de îflas kir. Avabûna tevgera Kurd, di demek kin de civakî bû û gehişt asta nateweyî. Rejîma Erdogan û  12’ê Îlonê naşibin heve. Qiyaskirinek wiha ez ne rast dibînim. Rejîma Erdogan a îro, senteza hemû darbeyên li welat hatin jiyîne. Ji hemû darbeyan tecrûbe qenc kir û di vê çarçoveyê de tevdigere. Ev darbe jî dê vale bê derxistin. Rêya vê yekê, di rihekê şoreşger a jiyanek nû re derbas dibe.”