Ji bo 12 rêveberên HDP'ê 270 sal ceza dixwazin 2018-09-12 17:30:00   STENBOL - Danişina doza Hevserokê HDP'ê yê berê yê Stenbolê Dogan Erbaş jî di navde 12 rêveberên HDP'ê hat dîtin. Dozger der barê 12 siyasetmedaran de bi îdîaya "propaganda rêxistinê" û "Endamtiya rêxistinê" bi giştî heta 270 salan cezayê girtîgehê xwest.    6'emîn danişîna doza Hevserokê HDP'ê yê Berê yê Stenbolê Dogan Erbaş jî di navde 2 jê girtî 12 rêveberên HDP'ê dê li 14'emîn dadgeha cezayên Giran a Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê hat dîtin. Di danişîne de Dogan Erbaş û Kasim Oba yên girtî tên darizandin jî li salonê amade bûn. Parêzerên Endamên Komeleya Hiquqnasên Azad(OHP) jî li salonê amade bûn. Parlamenterên HDP'ê Zuleyha Gulum û Ali Kenanoglu ji doz şopandin.  Di danişînê de Hevserokê HDP'ê yê berê û parêzer Dogan Erbaş parastin kir û wiha got: "Ji roja darizandinê dest pê kiriye heta niha 4 caran heyeta dadgehê hat guhertin. 21 mehin ez girtî têm darizandin. Ez ji dosyayên ku dişibin hev dizanim. Heta niha gelek kesên bi vî rengî hatin darizandin hatin berdan. Heta niha tu kes ji van dosyayan ew qas girti nehatiye darizandin. Di CMK'ê de şertên girtinê heye. Biryarên içtihatê heye. Darizandina min a girtî li dijî hiqûqê ye. Şertê ku daraz ketiye nav rewşa keyfîyetê ye. Darizandina min a girtî ij sedî 100 li dijî hiqûqê ye. Ji ber ku ez rêveberê HDP'ê an go partiyek muxalif im hiqûq tê guhertin. Ez îro di 12'ê Îlonê salvegera darbeyê de têm darizandin. Girtina me ya îro nîşan dide ku hişmendiya 12'ê Îlonê nehatiye guhertin."    Parêzer Baran Dogan, ji diyar kir ku dosya bi feraseta siyastî hatiye vekirin û biryara bê dayîn jî siyasî ye. Parêzeran xwest muwekilê wan serbest bên berdan. Dozger der barê 12 siyasetmedaran de bi îdîaya "propaganda rêxistinê" û "Endamtiya rêxistinê" bi giştî heta 270 salan cezayê girtîgehê xwest.  Heyeta dadgehê piştî parastinan der bere Erbaş û Oba de biryara berdewama girtine da û doz taloqî 18'ê Cotmehê kir.