Kesek li Şirnexê hat girtin 2018-09-12 16:50:09   ŞIRNEX - Mûrat Efeltî yê duh li Sîlopî hat binçavkirin, hat girtin.     Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê, duh di serdegirtina malê de Mûrat Efeltî hat binçavkirin. Efeltî piştî lêpirsîna wî ya li Midûryeta  Polîsan bi dawî bû, sewqî Edliya Şirnexê hat kirin. Dozger bi daxwaza girtinê Efeltî sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Şirnexê kir. Dodger bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” Efeltî girt û şand Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.