Li gelek qadan 12’ê Îlonê hat şermezarkirin: Bi destê AKP’ê darbe didome 2018-09-12 14:43:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendan 12’ê Îlonê, di salvegera wê de hat şermezar kirin û hat gotin ku “Bi destê AKP’ê darbeya 12’ê Îlonê berdewam dike.”   Li gelek navend û qadan di salvegera 38’emîn a Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê  de çalakî hatin lidarxistin û daxuyanî ji bo çapemeniyê hatin dayîn.    ENQERE     Federasyona 78’an a Şoreşgeran, di salvebera darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de, çelenga reş danîn ber Balyozxaneya Amerîka ya Enqerê. Endamên federasyonê yên li ser Bîrdariya Mafê Mirovan a Kolana Konurê kom bûn, xwestin heya Balyozxwaneya Amerîkanê bimeşin lê polîsan bi hinceta qedexeya walîtiyê heye destûr nedan. Li ser vê yekê nîqaş dinavbera polîsan û rêvberên komeleyê de derket û li ser vê yekê komê çelenga rei danîn ber Bîrdariya Mafê Mirovan û li vê derê daxuyanî dan çepameniyê.    STENBOL   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎDH) a Stenbolê jî, bi boneya salvegera 12’ê Îlonê,  li ber avahiya TRT’ê daxuyanî da û got ji “Darbeyê re Na.”  Ligel rêveberên ÎHD’ê, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiye (TÎHV) jî beşdarî daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de pankarta “Darbeya 12’ê Îlonê berdewam dike, bi lezgînî demokrasî û bi lezgînê mafê mirovan” hat vekirin.    Seroıkja Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Qanûna Bingehîn a dîroka 82’yan hîna jî di meriyetê deye. Hikûmeta AKP’ê vê yekê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar tîne. Em di roja îro de ji OHAL û 12’ê Îlon re dibêjin êdî bese û ji polîtîkayên desthilatdariyê re jî dibêjin êdî bese.”    ÊLIH    Endamên Hewldana 78’an a Êlihê jî, bi wesileya 12’ê Îlonê, civîna çapemeniyê li darxist. Rêxistina HDP’ê ya bajêr beşdarî daxuyaniyê bû û daxuyanî li avahiya bajêr pêkhat. Di daxuyaniya hat dayîn hat gotin ku 38 sal bi ser darbeya 12’ê Îlonê re derbas bû, lê hîna jî di dewrê deye. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Emê tu carî nebin hevkarê sûcên mirovahiyê. Civaka ku li dijî darbeyan dernekeve, ewê tim mehkume darbeyan be. Berî her tiştî divê em xwe ji vê rizgar bikin.”   ÎZMÎR   Hewldana 78’an Îzmîr û endamên Komeleya  78’an a Egeyê, jî li ber Sumerparka Konakê kombûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Hevparên Yekitiya Hêz û Demokrasiya Kedê, Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî û gelek rêveberên rêxistinên partiyan beşdarî daxuyaniyê bûn.  Di daxuyaniyê de pankarta “Civakên li dijî darbeyan dernekevin, dê tim mehkûmê darbeyan bin” hat vekirin.    Ji rêveberên Koleya 78’an Bîlgehan Oguz, daxuyanî da û wiha axivî: “Di hovîtiya 12’ê Îlonê de gelek sûcên giran hene. Mîna duh îro jî hemû aliyên demokratîk ji holê tên rakirin. Em niha bi rejîmek wiha re rû bi rû ne. Em dibêjin êdî bese. Ji bo vê yekê jî divê em têkoşîna xwe bilindtir bikin.”