Kampa penaberan a Midyad bi giştî hat valekirin 2018-09-12 12:02:01   MÊRDÎN - Kampa penaberên Êzidî ya li Midyadê bi giştî hat valekirin. Hin malbatên Êzidî li Midyadê bi cih bûn.    Piştî Midûryeta Giştî ya Îdareya Koçber a Wezareta Karê Hûndir, biryar da ku 5 kampên koçberan ên li Dîlok, Semsûr û Mêrdînê veguhesinin  kampên Hatay, Kîlîs, Riha û navçeyên wê Pirsûs û Serêkaniyê, kampa penaberên Êzidî ya li Midyadê bi giştî hat valekirin.    Koçberên Erepên Sûriyeyê yên li kampê, li kampên bajarên ser sînor hatin bicihkirin. 5 malbatên Êdizî yên li kampê mabûn, bi derfetên xwe ji kampê derketin û li Mîdyatê bi cih bûn.  Nêzî hezar û 100 Êzidiyên din jî, bi hinceta tu ewlekariya canê wan tuneye, nexwestin biçin kampên ser sînor û xwestin li Mîdyadê bi cih bibin.    Li aliyê din hin Êzidî neçarî koçberiya Ewropayê tên kirin û gelek Êzidî jî, ji bo biçin Ewropayê li bendê ku kar û barên wan temam bibin.