Qeymeqamên 39 navçeyan ‘çalakiyên şermezarkirina texmînî’ yên HDP û DBP’ê qedexe kirin 2018-09-12 10:03:59 STENBOL - Qeymeqamên 39 navçeyên Stenbolê, piştî ceza li Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û parlamenterê berê Sirri Sureyya Onder hat birîn, derket holê ku ji bo çalakiyên şermezarkirina texmînî yên HDP û DBP’ê yên avahiyên navçe û bajêr hatine qedexekirin.  Piştî cezayê girtîgehê yê 4 sal û 8 meh li Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş û 3 sal û 6 meh li parlamenterê berê yê HDP’ê Sirri Sûreyya Onder li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat birîn, derket holê ku Midûryeta Ewlekariya Bajêr a Stenbolê, di tebligata dayî de, hemû çalakiyên şermezarkirinên HDP û DBP’ê yên navçe û bajêr hatine qedexekirin.    Di agahdariya ji bo hevserokên HDP’ê yên hemû navçe û bajarê Stenbolê hatin kirin de, bi îdîya agahiya dê di 9’ê Îlonê de li hemû avahiyên navçeyan û Qada Îskele ya Kadikoyê hemwext dê çalakiyên şermezarkirinê li dar bixin, ev çalakî hatine qedexekirin. Lê derket holê ku tu plansaziyeke HDP’ê ya di 9’ê Îlonê de çalakiyên şermezarkirinê derbixin, tuneye.    Di agahdariya biryarê ya di 8’ê Îlonê de ji aliyê qeymeqamtiyên navçeyan ve hat kirin de wiha hat gotin: “Agahiya dê HDP û DBP, di saet 14.00’ê Yekşema 09.09.2018’an de li ber avahiyên bajêr û naveçayan û Qada Îskeleya Kadikoyê hemwext çalakiyên rûniştinê lidarbixin, gehişt me. Ji ber vê yekê hemû çalakiyên bi armanca şermezarkirinê hatine qedexekirin.”