'Ji bo carek din Hêlîn nemirin' îmzeyan berhev dike 2018-09-12 09:19:27 EDENE - Nîhat Palandoken, bavê xwendekara lîseyê Hêlîn Palandoken ku Mûstafa Yetgîn ew bi çekê kuştibû, bi dirûşmeya "Bila Hêlîn nemirin" bajar bajar digere û ji bo bi çekirina şexsî ji holê bê rakirin îmzeyan berhev dike. Heta niha Palandoken 60 hezar îmze kom kirine û armanca wî ew e ku vê yekê bike milyonek îmze.  Di 13'ê Cotmeha 2017'an de li navçeya Pendîkê ya Stenbolê Mûstafa Yetgîn bi çekê xwendekara lîseyê Hêlîn Palandokenê kuşt û 2 kes jî birîndar kirin. Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Anadolûyê 28 sal û 6 meh ceza li yetgîn birî.    Lê belê bav Nîhat palandoken jî, ji bo çekdarîbûna ferdî ji holê bê rakirin bajar bi bajar, derî bi derî digere û îmzeyan kom dike. Heta niha Palandoken nêzî 60 hezar îmze kom kirine û armanca wî ew e ku milyonek îmze kom bike. Palandoken piştî armanca xwe pêk bîne dê îmzeyan berpêşî Serokatiay Meclîsê bike.    ‘PÊŞNIYAZNAME HAT REDKIRIN'    Palandoken, diyar kir ku Yetgîn di îfadeya xwe de gotiye wî çek li ser înternetê peyda kiriye. Palandoken, bilêv kir ku ji bo çekdarîbûna ferdî ji holê bê rakirin wî kampanyaya îmzeyê daye destpêkirin û kampanyaya wî li Stenbol, Îzmîr û herêma Çûkûrovayê didome. Palandoken got: "Keça min bi çekeka ku ji ser înternetê hat kirîn hat kuştin. 17 salî bû. Ji bo çekdarîbûna ferdî ji holê bê rakirin wan pêşniyazname berpêşî Meclîsê kiriye, lê belê pêşniyazname ji aliyê partiya îktîdarê ve nehatiye qebûlkirin."    ‘EZ Ê LI BER MECLÎSÊ DAXUYANIYÊ BIDIM'    Palandoken, da zanîn ku piştî pêşniyazname 5 caran hatiye redkirin, wî kampanyaya îmzeyan daye destpêkirin û got: "Vê carê em ê ji wan re bêjin, 'eger hûn bi dengên gel li vira bin, em ê jî bi îmzeyên gel li vira bin.' Stenbol jî di nav de em li gelek bajaran geriyan. Em hatin Çûkûrovayê. Em ê li vira îmzeyan kom bikin. Ji bo em bigihîjin hedefa xwe, ez ê li her derî bigerim." Palandoken, diyar kir ku ji bo çekkirîna li ser înternetê û çekdarîbûna ferdî ji holê bê rakirin ew ê tim bitêkoşe û got: "Ji bo careke din Hêlîn nemirin min dest bi vê kampanyayê kir. Piştî îmze temam bibin ez ê wan berpêşî Serokatiay Meclîsê bikim û li ber Meclîsê daxuyaniyekê bidim."