ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2018'AN 2018-09-12 09:00:01 * Nîhat Palandoken, bavê xwendekara lîseyê Hêlîn Palandoken ku Mûstafa Yetgîn ew bi çekê kuştibû, bi dirûşmeya "Bila Hêlîn nemirin" bajar bajar digere û ji bo çekdarîbûna şexsî ji holê bê rakirin îmzeyan berhev dike. Heta niha Palandoken 60 hezar îmze kom kirine û armanca wî ew e ku vê yekê bike milyonek îmze.  * Endamê Piştavaniya Zindanan Zeynep Eroglû ku di çarçoveya projeya "Helbestên Azad" de helbestên girtiyên siyasî berhev dike, diyar kir ku ew dixwazin bibin dengê girtiyan û got: "Armanca me ew e ku neyên jibîrkirin û xwedîderketina li berxwedana wan e."    * Şanoya Bajêr a Amedê ku sala çûyîn gelek lîstik pêşandin, dê bi lîstika Tartuffe'yê dest serdema nû bike. Dê serdema nû ya şanoya bajêr di 21'ê Îlonê de dest pê bike.    * Li Girtîgeha Jina ya Xarpêtê, 22 girtiyên jin ragihandin ku hema bêje her hefte ceza li wan tê birîn. Jinan diyar kir ku li qawîşan 6 kamera hene û her çend Wezareta dadê diyar kiriye ku ev kamera bên rakirin, lê dîsa jî nehatine rakirin. Jinan destnîşan kir ku ji ber wan ser kamerayan girtiya, cezayê huceryê li 30 kesî hatiye birîn.    * Pisporê Rojhilata Navîn Mûsa Ozûgûrlû, diyar kir ku operasyona Îdlîbê wekî "Şerê Hestîşikandinê" tê wesifandin û piştî Efrînê dê dor bê Efrînê. Ozoglû, anî ziman ku şert û mercên qadê yên li Sûriyeyê dê kurdan û Şamê bîne ser maseyekê.    * Gelê Semsûrê ku Hevşaredarê wan hat girtin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin, ji niha de amadekariya hilbijartinê dike. Gelê Komirê diyar kirin ku li dijî vîna wan bê hurmetî hatiye kirin û dê hesabê vê yekê bipirsin.    *  Li Sêrtê paletiya fisteqan dest pê kir. Çotkarên fisteqan îsal ji ber bendavên ku li herêmê hatin çêkirin bi qasî dixwestin berê fisteqan kom nekirin. Ji ber berê fisteqan kom bûn, îsal bi berhemê xwe şa nebûn.    * Îktîdara AKP'ê berhemên dirokî yên Heskifê yek bi yek ji cihê wan diguhezîne Niha jî dê Zevya Mela Abdullah ji cihê wê rake. (06.00-10.00)   * Danişîna doza 17 jê girtî 20 endamên Buroya Hiqûqê ya Gel û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem dê di roja 3'an de li 37'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê berdewam bike. (10.00)    * Yekemîn danişina 6 jê girtî 14 edîtor û xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê dê li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.30)   * Nûnertiya Komeleya 78'an a Êlihê, dê li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê bi minasebeta salvegera 12'ê Îlonê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)   * Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê û Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO), dê rapora girtîgehên herêma Anadoliya Navîn li avahiya ÎHD'ê ya Enqereyê aşkere bikin. (12:30)   * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê bi minasebeta 38'emîn salvegera 12'ê Îlonê bi dirûşmeya "Ji darbeyan re na" li pêş avahiya TRT Radyo ya bere daxuyaniye bide çapemeniyê. (12.30)   * Rêxistina HDP'ê ya Amedê dê têkildarî salvegera 12'ê Îlonê li avahiya xwe panelê pêk bine. (12.30) Gelek rexistinên civakî û demokratîk dê bi heman armancê daxuyaniyan bidin çapemeniyê. (12.30)   * 6'emîn danişîna doza Hevserokê HDP'ê yê Berê Dogan Erbaş jî di navde 2 jê girtî 12 rêveberên HDP'ê dê li 14'emîn dadgeha cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (13.00)