Dozgeriyê li diji derpkirina li girtîgehan lêpirsîn da destpêkirin 2018-09-11 15:30:19   ŞIRNEX - Dozgeriya Şirnexê der barê derpkirina girtî û malbatên girtiyan ên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê lêpirsin da destpêkirin.    Di 6'ê Îlonê de dema malbata Ayaz Avşar çûn Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê rastî lêdana gardiyanan hati. Di bûyerê de 5 jê girtî 3 xizmên girtiyan hatin derpkirin. Piştî bûyerê Serdozgerê Komarê yê Şirnexê têkildarî derbkirinê lêpirsîn da destpêkirin. Piştî buyerê 4  girtiyên rasti lêdanê hatin çûn nexweşxaneyê û rapora derbkirinê stendin.    Hat zanîn ku dozger îfadeya berpirsiyaran negiritye û dê di rojên pêş de îfadeyên wan bistîne.