Li Yukselê êrîş: 5 kes hatin binçavkirin 2017-10-22 14:25:12 ENQERE - Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" 348 roj e li Kolana Yukselê dewam dike, polîsan bi gaza îsotê û guleyên plastîk êrîş kir û bi lêdanê 5 kes binçav kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça daye destpêkirin, 228 roj in dewam dike, çalakiya "Em karê xwe dixwazin" 348 roj li dû xwe hişt. Girseya xwestin li ber Birdariya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê daxuyanî bidin, polîsan bi gaza îsotê û guleyên plastîk êrîşê wan kir. Di êrîşê de 5 kes bi lêdanê hatin binçavkirin.