Parêzeran, ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bikin serlêdan kirin 2018-09-11 13:40:14 STENBOL -  Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bîne carekî din serlêdan kir.   Parêzerên ku bi salan in bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk neanine, ji bo hevdîtinê serlêdana Serdozgeriya Komara Bûrsayê kirin. Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  Prz. Cengîz Yureklî,  Serbay Koklû û Sînan Zincîr ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevditin bikin cara 786’an serî li dozgeriyê dan. Parêzerên Ocalan heta niha 785 caran serlêdan kirin û serlêdanên parêzeran hatin redkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve  bi hincetên ‘rewşa xirab a hewayê’, ‘Keştî xirabe ye’ û ‘Rewşa Awarte’ serlêdanên parêzeran red dike.