Girtiya ji bo danişînê anîn Girtîgeha Sîncanê derb kirin 2018-09-11 10:41:11   ENQERE – Sînem Oguz a ji Girtîgeha Bunyan a Qeyseriyê ji bo danişinê anîn Girtîgeha Jinan a Enqereyê derb kirin.    Girtiya jin Sînem Oguz, a ji Girtîgeha Bunyan a Qeyseriyê di 9'ê Îlona 2018'an de anîn Girtîgeha Jinan a Enqereyê rastî lêdana gardiyanan hat. Gardiyanan dema Sînem Oguz anîn Girtîgehê "Lêgerîna tazî" li ser wê ferz kirin. Oguz ku lêgerîna tazî qebûl nekir, rastî lêdana gardiyanan hat. Şopa neynûkan li ser bil û zenda wê mabûn. Prz. Alişan Şahin, diyar kir ku muwekila wî di 10'ê Îlone de derket pêşberî dadger û serpêhatiyên xwe vegotin. Muwekîla min rastî êrîşa 14 -15 gardiyanan hat. Li salona dadgehê piyê xwe nîşan da. Li ser mil û zendê wê şopa neynûk û lêdanê hebûn. Milê wê reş û şîn bûbû. Oguz ku rastî lêdanê hat rapor girt. Em dê der barê gardiyanên ku li diji hiqûqê û mirovahiyê tev geriyane serlêdana sûc bikin.    Şahîn, anî ziman ku di demên dawî de li Girtîgeha Jinan a Enqereyê de binpêkirinên mafên mirovan wisa zêde dibin û divê der barê vê yekê de lêpirsin bê destpêkirin û gav bên avêtin. Şahin, der barê berpirsiyaran de lêpirsîna hiqûqê bê kirin û tişta pêwist bê kirin.