Doza Ozgurlukçu Demokrasî sibê ye: Em li Rojnamegeriyê xwedî derkevin 2018-09-11 10:25:22   STENBOL - Yekemîn danişîna doza 6 jê girtî 14 xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçü Demokrasiyê dê sibê li 23'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. Parêzerê rojnamegeran Ozcan Kiliç, bang li hemû rojnamegeran kir û xwest hemû rojnameger li pîşeya Rojnamegeriyê xwedî derkevin.    Edîtorên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku berî 4 mehan qeyîm tayînî wê hat kirin û piştî qeyûm hatin girtin û şandin Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan sibê derdikevin peşberî dadgehê. 1'emîn danişîna doza edîtorê rojnameyê Reyhan Hacioglu, Hîcran Urun û xebatkara rojnameyê Pinar Tarlak jî di nav de 6 rojnamegerên girtî bi giştî 14 xebatkarên rojnameyê dê 12'ê Îlonê li 23'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê derkevin pêşberî dadger. Dîsa Nuçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Seda Taşkin jî di 12'ê Îlona 2018'an de danişîna wê ya 3'yemîn li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê bê dîtin.    Parêzerê rojnamegeran Ozcan Kiliç, bang li hemû rojnamegeran kir û xwest sibê li hempîşeyên xwe û li pîxeyê Rojnamegeriyê xwedî derkevin. Kiliç, da zanîn ku ji bo dozê 2 dozger hatine peywirdarkirin û hemû nûçeyên der barê Efrinê de yek bi yek kirine rapor. Kiliç, da zanîn ku operasyona li dijî rojnameyê û operasyona leşkeran bi hevre hatiye kirin û dozger li şûna înîsiyatifa xwe pêk bine, li ser TMSF'ê serlêdan dike.    ‘TMSF GASP KIR'   Kiliç, da zanîn ku TMSF'e bi desteserkirina rojnameyê Qanûna Bingehîn îhlal û gasp kiriye û wiha got: "Di vê dosyayê de rojnamegerî tê darizandin. Em bang li hemû rojnamegeran dikin ku li hev û li pîşeyê xwe yê Rojnamegeriyê xwedî derkevin. Operasyona siyasî ya Efrînê li dijî çapemeniyê pêk haitye. Dadgeh ceza bibire jî dîrok ji ber ku me nuçe rast çêkirine û dîrok rast nivîsandiye dê wan darizîne. Ji salên 1992'an heta niha Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa her dem em mafdar derxistine ev têra wan dike. Em sibê bang li her kesî dikin ku li Rojnamegeriyê xwedî derkevin."      MA / Yasin Kobulan