Şahidê 12'ê Îlonê: Pirsgirêkê 12'ê Îlonê û îro yek in 2018-09-11 10:16:36   STENBOL – Abdullah Ozture yê di darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê  de birîndar bû û hat binçavkirin û bi tesadufî ji mirinê xelas bû, diyar kir ku pirsgirêkên wê demê û îro heman pirsgirêk in.    Di ser darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê ya serdema Kenan Evren re 38 sal derbas bûn. Bi minasebeta salvegera 12'ê Îlonê, şahidê wê demê qala wê rojê û îro kirin û diyar kirin ku 38 sal derbas bû, lê pirsgirêk, tundî û feraset nehatiye guhertin. Di serdema Rejima Kenan Ewren ku heta sala 1983’an iktîdar di destê xwe de hişt, 650 hezar kes hatin binçavkirin. Milyonek û 683 hezar kes hatin deqkirin. 14 kesan li girtîgehan li dijî îşkenceyan ketin greva birçîbûnê û jiyana xwe ji dest dan. 171 bi îşkenceyê jiyana xwe ji dest dan. 49 kes hatin darvekirin. Şahid û mexdûrê wê demê û endamê Hewldana 78’an Abdullah Ozture, diyar kir ku pirsgirêkên pêvajoya salên 80'ê û îro yek in û tiştek nehatiye guhertin. Ozture, anî ziman ku wê demê jî înkar û wêdekirin hebû û niha jî heye. Ozture, da zanîn ku piştî sala 1974’an Tirkiye hem di qada aborî de û hem jî di qada siyasî de ketibû krîzê û îro jî heman tiştî dubare dike.  Ozture, da zanîn ku kesên di qada civakî û siyasî de hişyar û hestiyar têkoşiyan û îro jî têkoşîna li dijî heman pirsgirêkan didome û wiha got: "Bloka Eniya Nijadperest, hemû kesên ku wekî wan nafikire û ne aliyê wan ji dibistanan avêtin. Derxistin dervê koalîsyonê. Hemû kes wêde kirin û înkar kirin. Tişta ku wê rojê dihat gotin û îro tê gotin dişibe hev. Di serdema Bulent Ecevît de bûyer zêde bûn. Di komkujiyên meha gulanê, Mereş, Çorumê de kesên wekî îktîdarê nefikirîn rastî komkujiyê hatin. Kenan Evren jî di bîranînên xwe de got ‘Divê mirov vî karî bêtir bikelîne' Piştre li derdorê û cihê bê eleqe bombe hatin teqandin. Aloziya civakê zêde kirin. Xwînerên Rojnameya Cumhuriyetê hatin kuştin. Piştî van bûyerên aloziyê darbeya 12'ê Îlonê ya Eskerî pêş ket. Tişta di serdema darbeya 12'ê Îlonê de dihat niqaşkirin û îro heman tişt e."     'LI ZINDANÊ BERXWEDAN BILIND BÛ'    Ozture, da zanîn ku di 12'ê Îlonê de rûmeta mirovan hat binpêkirin û wiha lê zêde kir: "Li dijî vê binpêkirina rûmetê mirovan li zindanan li ber xwe dan. Mirovan li dijî van zextan bedelên giran dan. Wekî Zindana Amedê, li gelek zindanên din mirovan li ber xwe dan. Bi salan xwestin mirovên yek tîp ava bikin. Lê mirov li dijî vê yekê derketin. Têkoşîna dayikên Şemiyê ewil li ber zindanan pêş ket."    'EZ ÎRO BI TESADUFÎ DIJÎM'   Ozture, ew roj wiha anîn ziman: “Eger ku îro ez dijîm, ji ber ku bi tesadufî hin mirovan ez nas kirim û xelas kirim. Ez di 12'ê Îlonê de bi birîndarî hatim binçavkirin. Kesên ez binçav kirim, ji bo hemû bûyeran têxe stuyê min îşkenceyek mezin li min kirin. Ez di koma de dîsa rakirim nexweşxaneyê. Di kawîşa çavdêriyê de hemşîreya bi navê Gul  hebû. Wê şevê li Nexweşxaneya Gulhane ya Stenbolê Nobedar bû. Bijîşk di muayineyê de got ‘Talûkeya wî ya jiyanê heye. We bir ku. Ger ku ewraq tune be ez nikarim muayine bikim. An jî dê bibe bela serê min' Hemşîre jî got 4 roj berê li vir dihat dermankirin ew ji vir girtin. Polîs bi numaraya xwe ya sînga xwe ew birim Tugaya Kartal Maltepe û li gorî wê girtekê digirin. Li ser vê yekê ez rakirim nexweşxaneyê. Pişte ez dîsa li jiyanê vedigerim. Ez li girtîgehên Alemdag, Metrîs, Sagmalcilar, Malatya, Elazixê bi giştî 6 salan mam. Em wê demê li dijî cilên yek tîp man."     PÊDIVÎ BI CÎHANEK AŞTIYANE HEYE'   Ozture, bal şikand ser geşedanên niha û wiha bi dawî kir: “Hem Tirkiye û hem jî cihan pêdiviya wan bi jiyanek aştiyane heye. Pêdivî bi cîhana ku her kes bi ziman, nasname û baweriyê xwe di nava aştiyê de dijî heye. Ji ber vê yekê pêdivî bi civaka demokratîk, azadîparêz û aştiyane heye. Serxwebûn tenê bi aştî û demokrasiyê bi ser dikeve. Êdî Tirkiye bûye wekî gundekî cîhanê. Êdî her tişt li ber çavê her kesi pêş dikeve. Em li dijî pirsgirêkan çiqas civakek hestiyar û berpirsiyar ava bikin pirsgirêk jî dê ew qaz zû çareser bibin".      MA / Muhammet Dogru