Karker: Em dê bi berhxwedanê bi ser bikevin 2017-10-22 14:06:13 TEKÎRDAG - Karkerên Şirketa Camê yên ji kar hatin avêtin, li Tuzla xwestin meşa "Kar, Nan û Edalet" pêk bînin. Waliyê Kirklarelî, bi hinceta OHAL'ê destûr neda meşa karkeran. Karkerên kon vedan û nobet girtin diyar kirin ku dê bi berxwedanê bi ser bikevin.  90 karkerên ku ji Fabrîqeya Paşabahçe Cam a girêdayî Şirketa Şîşecamê hatin avêtin, bi armanca mafê xwe biparêzin meşiyan. Karkerên ku li li navçeya Luleburgaz a Kirklarelî di fabrîqeyê de dixebitîn û hatin dûrxistin, bi siloganên “Kar, Nan û edalet" meşiyan. Waliyê Kirklarelî çalakiya karkeran bi sedema OHAL'ê qedexe kir û destûr neda meşa karkeran. Karkerên rastî astengiyê hatin li Duriyana Muratli ya Tekîrdagê kon vedan û dest bi nobeta rûniştinê kirin. Karkeran li vir daxuyanî da û bertekên xwe anîn ziman. Li ser navê karkeran Aydin Şahin, diyar kir ku wan dest bi berxwedana 2 pêngavan kiriye û wiha got: Ewil me li şaxa xwe 17 rojan bi çalakiya rûniştinê dest bi berxwedanê kir. 90 karkerên girêdayî fabrîqeyê bê sedem em ji kar hatin avêtin. Me li Luleburgazê dest bi çalakiyê kir û hewl da dengê xwe bilind bikin. Piştî kesî dengê me nebihîst me biryar da em dest bi çalakiya meşê bikin. Em 3 rojin dimeşin. Di roja 2'an de em 26 kilometre meşiyan. Em duh ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Me jî biryar da ku em li vir dest bi çalakiya rûniştinê bikin."    Şahîn anî ziman ku ew dê çalakiya xwe berdewam bikin. Daxuyanî bi dirûşmeya "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" bi dawî bû."