ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2018'AN 2018-09-11 09:00:20 * Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû, şarbona ku ji ber goştê îthalkirî belav dibe nirxand û got, îktîdar wek qumarê bi tenduristiya gel û pêşeroja welat dilîze.  *  Di Mîhrîcana Fîlman a Navnetewî Lakecîty de, belgefîlma "Bîr"ê ku Komkujiya Kerboranê vedibêje, xelata çîroke herî baş û derhênerê herî baş girt. Derhênerê belgefîlmê Veysî Altay got: "Mirovan ew bîr ji bo jiyana xwe vekiribûn. Lê dewletê ew veguherandin bîrên mirinê. Min xwest vê yekê vebêjim."    * Li Semsûrê ji ber HES'an, ocaxên qûm û mermeran, mekanên dîrokî tên texrîbkirin û xweza tê tarûmarkirin. Semsûriyan ji bo vê yekê bang li rêxistinên hawirdorê kir.    * Parlementerê HDP'ê yê Sêrtê Siddik Taş, diyar kir ku bi fermana Qesrê ceza li Hevserokê Giştî yê HDP'ê berê û parlementerê HDP'ê yê berê Sirri Sureyya Onder hatiye birîn û got: "Em dizanin ev ceza derî hiqûqê ne. Ceza bi fermana Qesrê hatine birîn."    * Nivîskarê Romana "Kevirên Şewitî Veysî Ulgen, ku balê dikişîne ser hêleke berxwedana li Sûrê, bilêv kir ku “Kevirên Şewitî” jiyana kurdan e û romana bajarekî dorpêçkirî ye. Ulgen, destnîşan kir ku edebiyat û roman tu carî li hev nakin û edebiyateke xurt dikare maskeya îktîdaran daxîne.   * Rayika Şemiyê Hanim Tosun ku li Qada Galatasarayê 23 salin ji bo winda bên dîtin li ber xwe dide, bertek nişanî qedexeya çalakiya Dayikên Şemiyê da û got: "Em qet ji tekoşîna xwe bernadin. Gora bavê zarokên min tune. Dê hesabê vê yekê bidin."    * Abdullah Ozture yê di darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê  de birîndar bû û hat binçavkirin û bi tesadufî ji mirinê xelas bû, diyar kir ku pirsgirêkên wê demê û îro heman pirsgirêk in.    * Şahidê îşkenceya darbeya 12'ê Îlonê yên li Zindana Hêjmar 5 a Amedê diyar kirin ku berxwedana wê demê li Zindana Amedê pêk hat îro ew berxwedan û ruh li zindana Îmraliyê berdewam dike.    * Welatiyên Gundê Kevreş ê Şemrexa Mêrdînê diyar kirin ku Şîrketa Eti Bakir A.Ş. ku li zêr digere, ji bo zêr ji cewherê wê cuda bike hawizê maddeya siyanur ava kirine. Welatiyan destnîşan kirin ku qada jiyanê li wan teng dibe û xwestin her kes hawara wan bibhîze.    * Li navendên tenduristiyê yên Cizîrê ji ber 10 rojin laboratuara tahlîkê tune ye û testa Eliza û Biyokimya  nayê kirin welatiyên nexweş mexdûr dibin.    * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo cilên yek tîp ên li ser girtiyan ferz dikin şermezar bikin, dê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk bînin. (12.30)