HAKÎM: Bila bazirganiya sewalên zindî bê qedexekirin 2018-09-10 16:00:19 STENBOL - Komîteya Şopandina Mafê Sewalan û Civaka Mafê Sewalan a Serbixwe (HAKÎM), bi sedema ku di demên dawî de sewalên bi nexweşiya Şarbon ketin Tirkiye û mafê sewalan biparêze, xwest bazirganiya sewalên zindî bê qedexekirin.  Komîteya Şopandina Mafê Sewalan û Civaka Mafê Sewalan a Serbixwe (HAKÎM), piştî nexweşiya şarbonê li Tirkiye belav bû, têkildarî mafê tenduristiya sewalan û bazirganiya sewalên zindî de li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anî. Li salonê pankarta “Bila bazirganiya sewalên zindî bê qedexekirin" vekirin. Bêtar Burak Ozguner  li ser navê komê daxuyanî da û wiha got: "7 meh berê keştiya NADA ji Brezilyayê 25 hezar û 175 dewar anîn Mêrsînê. Bi hefteyan dewar di keştiyê de hiştin û hemûyan bi ser hev re rêx kirin. Hûmû ji rêx û mîzê tev genî bûbûn. Ji bo bazirganiyê zilmê li sewalan dikin. Ewil rojnameger û parazvana mafê sewalan Zulâl Kalkandelen nûçe çêkir û agahî belav bû. Vê bazirganiya qirêj her çend bû sedema şermezarkirina bazirganiya sewalan jî, lê medya hawiz ev yek nedît û xwest ser vê bazirganiyê bigirin. Piştre dîsa bi heman rêbazê gelek wesalên din ji  welatên din hatin Tirkiye. Her cara ku aktivîstên wesalan dengê xwe bilind kirin jî dîsa bazirganên sewalan îşkence li sewalan kirin. Zilma ku li sewalan hat kirin nehat dîtin. Herî dawî nexweşiya şarbonê hat dîtin vê carê panîk pêş ket. Ewil barizganiya sewalên zindî asayî û rewa hat ditin. Mixabin ev nexweyiya şarbonê ku ji piş okyanusan tê dikev welatê me weke tiştekî asayî tê dîtin Bazirganiya sewalên zindî tişti asayî tê dîtin.    Qet qala "Rêwîtiya mirinê" ya sewalan nayê kirin.  Ev bazirganî li dijî peymana Ewropa ya dema Neqliyeta Navneteweyî ya Sewalan dikin divê bên parastin" e. Di sedsala 21’an de koletiya sewalan didome.  Em naxwazin bibin şirik û şahidê vê îşkenceyê. Em wekî aktîvîstên ku azadiya sewalan diparêzin, em teqez li dijî dagirkerî û metîngeriyê ne. Tişta ku em dixwazin ne ewe ku di nava şertên baş de bên neqîlkirin. Em disa dibêjin. Ev keştiyên mirinê ne. Ev kuştin ji bilî îşkence û mirinê tiştekî din bi xwe re nîne. Tê gotin ku dê heta dawiya 2018'an 975 hezar sewalên zindî bên Tirkiyeyê. Em naxwazin bibin şahidê vê îşkenceyê. Em bi lez dixwazin dawî li bazirganiya sewalên zindî bînin û em dixwazin berpirsiyarê vê skandalê bi lez îstîfa bikin."    BERHEMÊN SEWALAN JI TENDURISTIYA MIROVAN RE XERAB E    Bijîşkê Pîspor Ouzcan Kinikoglu jî diyar kir ku şarbon bi 4 awayi li ser mirovan bandrê çê dike û wiha got: "Li Tirkiye heri zêde şarbona çerm xuya dibe. Bi bazirganiya sewalan û xwarina goştê sewalan tenê şarbon derbasî mirovan nabe. Gelek enfeksiyonên din ji digêjin mirovan. Nexweşiyên dil, pençeşêr û bi sedan cureyên din ên nexweşiyan digêjin mirovan. Goşt û berhemên şirê sewalan qet û qet ji bo mirovan ne pêwist e. Dijberî vê yekê bêyî goşt, şir û hêkan bixwin dikarin bêtir bi tenduristi bijîn."