ÎHD'ê ji bo qedexeya çalakiya Dayikên Şemiyê giliyê Wezîr Soylu kirin 2018-09-10 15:03:03   STENBOL - Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo qedexeya çalakiyên Dayikên Şemiyê li dadgehê giliyê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu kirin. Dayika Şemiyê Hanife Yildiz got; "Tişta ku Soylu gotiye ez heman tiştî îadeî dikinm."   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, têkildarî qedexeya çalakiya Dayikên Şemiyê û astengiyên li pêş dayikan giliyê Wezîrê Karên Hundir li dadgehê kirin. ÎHD'ê û Dayikan ji ber ku Waliyê Stenbolê Vasip Şahin û  Qeymeqamê Beyoglu Savaş Unlu li dijî Dayikên Şemiyê heqaret kiriye û bê hurmetî kiriye li giliyê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu li Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Stenbolê kirin. Piştî malbatan daxwaznameyên serlêdana sûc teslîmî dozger kirin, li ber avahiya edliyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de parlamenterê HDP'ê Ahmet Şik, Ali Kenanoglu û Saruhan Oluç jî amade bûn. Dayikan di çalakiyê de pankarta "Em dest ji têkoşîna xwe û lêgerîna xwe bernadin." vekirin. Dîsa dowîzên "Em heqaretan li Soylu vedigerînin" û "Ji qedexeyên dij hiqûqî re bes e." bilind kirin.    SOYLU RASTIYAN BEROVAJÎ DIKE    Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku ew li bendê ne ku qedexe rabin, lê her hefte qedexe li ser qedexeyê zêde dike û wiha got: "Soylu bi daxuyaniyên didin rastiyan berovajî dike. Qedexeya Dayikên Şemiyê li dijî qanûn û zagonên Tirkiye ye. Li dijî peymana Mafên Mirovan a Ewropa ye. Me 3 serlêdanên sûc kirin. Yek jê ji ber ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu li dayikên Şemiyê heqaret kiriye. Li dijî gotinên wî yên nerast in. Bi gotinên xwe rê li pêş kîn û nifrînê vekiriye. Da duyemîn di hefteya 700’an de der barê biryara li dijî zagonê û tundiya polîsan a li dijî dayikan e. Ya sêyemîn jî li dijî tundiya tekakesî ye."    Endama Komîsyona Windayên Di Bin Çavan de ya ÎHD'ê, Sebla Arcan jî diyar kir ku Wezîrê Karên Hundir Ne Soylu ye Recep Tayyip Erdoga e û wiha got: "Erdogan di 2011'an de bi Dayikên Şemiyê re hevdîtin kir. Got 'ev dayik yên me ne. lê niha çi bû dayik kirin terorîst. Divê Erdogan bersîva vê yekê bide."