Wesayîta karkerên madenê qelibî 2018-09-10 13:56:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Devrek a Zonguldakê, wesayîta ku karkerên madenê lê suyar bûbûn qelibî û 9 karker birîndar bûn.    Li navçeya Devrek a Zonguldakê, otobusa aîdê Saziya Komira Kevirîn a Tirkiyeyê ya piştî kar karkerên madê lê suyar bûbûn, ji ber barîna baranê ajokar nekarî rê kontrol bike û qelibî. Di qezayê de 9 karker birîndar bûn û welatiyên derdorê ew ji wesayîtê derxistin.  Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, Veysel T., Siyamî T., Erdal K., Ruhi K., Bahattîn Î., Îsa D., Fahrî G., Sefer D. û Şendogan K. ên di qezayê de birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Devrek û Nexweşxaneya Dewletê ya Çaycuma. Hat diyar kirin ku rewşa tendurîstiya karkeran başe û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.