Cenazeyê Salîh Sanri ji Muglayê şandin Şirnexê 2017-10-22 12:57:55 MUGLA - Malbata endamê HPG'ê Salih Sanri (Xalit Şirnex) ku di nava 6 endamên HPG’ê de li Muglayê jiyana xwe ji dest da, cenazeyê kurê xwe wergirtin û birin Şirnexê.  Malbata endamê HPG'ê Salih Sanri (Xalit Şirnex) yê li çoltara Şelaleya Toparlar a navçeya Koycegizê ya Muglayê di 5'ê Cotmehê de tevî 6 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest da, cenazeyê kurê xwe wergirtin. Malbata Sanri, cenazeyê kurê xwe yê HPG'î Salih Sanri ji Saziya Tipa Edlî ya Muglayê wergirtin û bi maşina taybet ketin rêya Şirnexê. Hat diyar kirin ku dê cenazeyê Sanri, li bajaroka Gundikê Melê defin bikin.    2 CENAZE LI MORGÊ TÊN RAWESTANDIN   Berê malbatan cenazeyê endamê HPG'ê Musa Arslan li Mersinê û cenazeyê Rojhat Seçkin li Amedê yê İlyas Demir jî li Şirnexê defin kiribûn. Li sasiya Tipa Etlî ya Mugla hêj cenazeyê endamê HPG'ê Muhammed Nursîda (Adil Bawer) û Enwer Kerîmî’nin (Erdal Leylaxî) li morgê tê rawestandin.