Nivîskar Agin: Darbeya 12'ê Îlonê li dijî hişyarbûna gel bû 2018-09-10 09:08:14 STENBOL - Şahid û mexdûrê darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê Omer Agin, bi minasebeta salvegera 12'ê Îlonê diyar kir ku yên darbeya 12'ê Îlonê amade kirin li dijî hişyarbûna gel ev darbeya faşîst amade kirin û wiha got: "Gelê hişyar bû daxwazên xwe anîn ziman. Hêzên faşîst li dijî van daxwazên gel darbeya 12'ê Îlonê pêk anî." Di ser darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê ku ji aliyê Kenan Evren ê cuntakar ve pêk hat, 38 sal derbas bû. Di darbeya leşkerî de bi sed hezaran kes hatin binçavkirin û girtin. Bi hezaran kes rastî îşkenceya giran hatin. Girtiyên li Zindana Amedê li dijî vê darbeyê serî hildan û çalakî pêk anîn. Bi minasebeta 38'emîn salvegera darbeya 12'ê Îlonê mexdûr û şahidê darbeya 12'ê Îlonê Omer Agin ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    HEM MEXDÛR Û HEM JÎ ŞAHID E    Agin, anî ziman ku beriya darbeya 12'ê Îlonê kesên ku dixwazin Tirkiye demokratîk bibe hebûn û wiha got: "Ez wê demê endamê komîteya Navendî ya Partiya Komînîst a Tirkiye ku di sala 1920’an de li Baku hat avakirin bûm.  Ji ber vê yekê ez bûm şahidê hemû pêkanînên 12'ê Îlonê ku li dijî hêzên demokratîk pêk hatin. Ez bi van pêkanînan mexdûr bûm. Hêzên darbeya 12'ê Îlonê ku pêşengiya wê Kenan Evren paşa dikir, xwest bi vê darbkeyê rê li pêş şoreşger û pêşengan bigire û wan bifetisîne. Xwest hêza şoreşgeran bişkîne û rê li pêş hişyarbûna gel bigirin. Piştî efuya 1974'an hêzên şoreşger ên Tirkiye hatin berdan û dîsa xwe bi rêxistin kirin. Li Tirkiye hêzên demokrat û şoreşger bûbûn xwedî zanîn û tecrûbeyek. Bi gel re têkilî kûr kiribûn. 12'ê Îlonê li gorî 12'ê Adarê pêvajoya şoreşî bêtir bûbû civakî Ji ber vê yekê rêxistinbûna hêzên şoreşger, hatibûn astekê. Sendîka, elewî û gelê kurd li gorî berê bêtir xwe bi rêxistin kiribûn. Vê yekê bi xwe re 12'ê Îlonê anî. Vê hêza bi rêxistin, tundiya îktîdara faşist  a li dijî hêzên muxalif zêde kir."    ‘XWESTIN DERÛNIYA CIVAKÊ XERA BIKIN'   Agin, anî ziman ku di sala 1981’an de ji ber ku Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Kom3inîst a Tirkiye bû li Stenbolê hat binçavkirin û 47 rojan di bin çavan de ma û wiha got: "Pişî Stenbolê ez birim Amedê. Ez li Amedê jî 45 rojan di bin çavan de mam. Ez li vir jî rastî îşkenceyê hatim. Ez li Amedê hatim girtin û ez şandim Zindana Amedê. Li Zindana Amedê îşkence bi rêk û pêk li girtiyan dikirin. Her cureyên îşkenceyê dikirin. Dema ez niha qala wê îşkenceyê dikim muyê laşê min giş dibe. Wê demê gelek mirov piştî zindana Amedê tedawiya derûnî dîtin. Bi riya girtîgehê xwestin derûniya civakê xera bikin. Îşkenceyên ku li zindanên Tirkiye dihatin kirin mînakên wê yên cihanê tune bûn."    ÎŞKENCEYA ZINDANA SAYGONÊ LI GORÎ YA AMEDÊ PIR SIVIK BÛ    Agin, destnîşan kir ku beriya bê girtin romana "Şerê Berxwedanê" ku qala tekoşîna zindana Saygonê dike xwendibû û wiha lê zêde kir: "Dema min ew pirtûk xwend, min got îşkenceyek wisa zêde nabe. Min got nivîszar zêde mezin kiriye. Lê piştî ez li Zindana Amedê hatim girtin û ez rastî wê îşkenceyê hatim, Min got îşkence û pêkanînên zindana Saygonê li gorî yên Amedê pir sivik e. Îşkenceya ku li Zindana Amedê hat kirin bêtir mirov kir wekî pola. Têkoşîna zindanê mirov kir wekî pola. Berxwedana li zindanê bêtir moral û hêz da mirovên li derve jî. Têkoşina me mirov bêtir xurt û bi hêz kirin. Bêtir kir xwedî tecrîbe û civak bi rêxistin kir. An tu dê bihele û biçe, an jî tu dê li ber xwe bide û li ser piyan bimîne. Yên li Zindana Amedê jiyan, berî her tiştî ji bo rûmeta xwe biparêzin ketin rê. Vê berxwedanê huner, feraset û fikrên nû bi wan da qezenckirin."    'ÎKTÎDARÊ PÊKANÎNÊN FAŞÎZAN HILBIJART'    Agin, herî dawî bal kişand ser pêkanînên îktîdara niha û wiha bi dawî kir: "Îktidara niha daxwazên civakê yên demokratîk û rewa, daxwazên azadî û aştiyê, bi rê û rêbazên tundî, zext û înkarê bersivand. Li Tirkiye  dema îktidar nabe bersîva daxwazên civakê, vê carê serî li rêbazên tundiyê dide. Wê demê jî îktîdarê serî li rêbazên faşîst dan, niha jî îktîdar serî li rêbazên faşîst dide. Tu guhertin çênebûye."