Her tişt li Nisêbînê qedexe ye, tenê tiryak serbest e 2018-09-10 09:06:41 MÊRDÎN - Li Nisêbînê piştî “Qedexeya derketina derve” hemû cureyên çalakiyan bi “Destûr dayînê ve” girêdayîne û li bajêr tedbîrên mezin ên ewlekariyê balê dikişînin. Dinava ciwanên bajêr de her roja derbas dibe kişandina tiryakê zêdetir dibe û kes dengê xwe ji vê re nake.  Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê, di “Qedexeyên derketina derve” yên di navbera 14’ê Adara 2016 û 21’ê Nîsana 2018’an de 6 taxên wê ser û bin bûn. Ligel ku di meha Tîrmehê de pêkanîna OHAL’ê hat rakirin jî, hîna li bajêr Rewşa Awarte berdewam dike. Di ketin û derketina bajêr de 6 kontrola  polîsan hene û li serê her kolanê jî, maşineyek zirxê radiweste. Wesayîtên zirxî bê navber dinava kolanên taxan digerin û di heman demê de gelek qulûbeyên nobet û qereqol hene.     JI BO AKP Û SAZIYÊN NÊZÎ WÊ ÇALAKÎ SERBESTIN    Li bajêr hemû çalakî ji bo sazî û dezgehên girêdayî hikûmeta AKP'ê serbestin, lê ji bo beşên mûxalif qedexene. Heya ku Qeymeqam destûr nede, kes nikare çalakiyan pêk bînin. Çalakiyên bên li darxistin jî, divê cih û saetên wan ji Qeymeqamtiyê re bên gotin. Ji ber van sedeman an çalakî nayên lidarxistin, an jî pir lewaz derbas dibin.    BIKAR ANÎNA TIRYAKÊ HER KU DIÇE ZÊDETIR DIBE   Ligel ewlekariya zêde ya li bajêr jî, piştî qedexeya derketina derve, her roja derbas dibe kişandina tiryakê dinavbera ciwanan de zêdetir dibe. Balkêşe ku kişandina tiryakê herî zêde li taxên Kişla, Zeynel Abîdîn û Firatê hene. Kesên tiryakê difiroşin dest û milên xwe liba dikin û li nava taxan digerin, ji tiryakê bigirin heya eroînê difiroşin. Di heman demê de teha bêje tiryakê bi bûhayek zêde difiroşin.   LI HEMBERÎ DIBISTANÊ BAZIRGANIYA TIRYAKÊ   Ligel firotina tiryakê ya li taxan, li cihên qerebalix ên bajêr jî tiryak tê firotin û yek ji van cihên qerebalix jî Dibistanan Cumhuriyetê ya nêzî rawestgeha Mêrdînê ye. Komek ciwanên tiryakê difiroşin, bêyî ku guh bidin wesayîtên zirxî yên zêde, karê xwe dikin.  Welatiyên taxê yên derbarê rewşa mijara gotinê ya li vê derê tê jiyîn de agahî dan û gotin: “Ciwan di saetên nîvro û şevê de, tiryakê difiroşin.”   CIWANÊN XIZMÊN XWE WINDA KIRINE DI HEDEFÊ DENE!   Welatiyên bajêr hemramanin ku çav li firotin tiryakê tê girtin û bifikaran ku tiryak li bajêr zêdetir bibe. Welatiyên ji ber ewlekariyê nexwestin navê xwe bidin, diyar kirin ku ligel wan giliyê vê rewş kirin jî, tiştek nehat kirin. Welatiyan, anîn ziman ku hin caran bi awayekê sembolîk li dijî hin tucarên tiryakê difiroşin operasyon pêk tên, lê di encamê de tiştek nayê kirin. Welatiyan, dan zanîn ku bi taybetî ciwanên malbatên xizmên xwe di dema qedexeya derketina derve de winda kirin û xizmên wan di girtîgehan dene, tên hedef girtin û wan dixin nava dafikê.