ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2018'AN 2018-09-10 09:00:03 * Şahid û mexdûrê darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê Omer Agin, bi minasebeta salvegera 12'ê Îlonê diyar kir ku yên darbeya 12'ê Îlonê amade kirin li dijî hişyarbûna gel ev darbeya faşîst amade kirin û wiha got: "Gelê hişyar bû daxwazên xwe anîn ziman. Hêzên faşîst li dijî van daxwazên gel darbeya 12'ê Îlonê pêk anî." *  Bihabûna dovîzê bandora xwe li ser kelûpelên kirtasiyeyê jî dike. Topa kaxizê A4 ku par 10 lîre bû îsal bihayê wê bûye 22 lîre.    * Li Nisêbînê piştî “Qedexeya derketina derve” hemû cureyên çalakiyan bi “Destûr dayînê ve” girêdayîne û li bajêr tedbîrên mezin ên ewlekariyê balê dikişînin. Dinava ciwanên bajêr de her roja derbas dibe kişandina tiryakê zêdetir dibe û kes dengê xwe ji vê re nake.    * Li Amedê dê îsal 6’emîn Fuara Pirtûkan bê lidarxistin. “Mêvanê Rûmetê” yê Fuarê nivîskar Migirdiç Margosyan e û got: “Divê em xwedî li mîraseya çandê ya Amedê derkevin.”    * Rêxistina HDP'ê li aliyekî ji bo tifaqa hilbijartinê fireh bike û li aliyê din muxalefeta civakî bi rêxistin bike dest bi civînên “Hevdîtina Muxalefeta Demokratîk" dike.    * Danişina doza edîtora ETHA Pinar Gayip û Semiha Şahin dê li 23'emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)   * Danişîna doza KCK'ê ya Wanê ya Sereke dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê bê dîtin. (10.00)   * 17 jê girtî 20 parêzerên endamên Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) dê li 37'emîn dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)    * Turbeya Îmam Abdullah ku 12 hezar salên wê heye dê bi maşîneya SPTM'ê ji cih bê rakirin. (04.00-12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê li dijî qedexekirina Dayikên Şemiyê der barê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu de li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê serlêdana sûc bike. (12.00)