‘Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina ciwanan e’ 2018-09-09 17:05:02     EDENE – Berdevka Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Edeneyê Şîlan Turgal di şahiya ciwanan de axivî û banga avakirina azadî û demokrasiyê li ciwanan kir û got tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina ciwanan e.    Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Edeneyê bi bi şiyara “Me bi ciwanê dest pê kir û em ê bi ciwanî bi ser bikevin” li Şîrîn Muzîkholê şahî li dar xist. Rêveberên HDP’ê, DBP’ê, ciwan û gellek welatî beşdar bûn. Ciwanan pankartên “Li dijî komkujiya jinan em di raperînê de ne”, “Di sosyalîzmê de israrkirin di mirovbûyînê de israr e” û “Çi dibe bila bibe wê dawiya ewreng bibe” daliqandin.    ÎRANÊ ŞERMEZAR KIR    Berdevka Meclîsa Ciwanan a Edeneyê Şîlan Turgal di şahiyê de axivî û aktîvîstên kurd Ramîn Huseyîn Panahî, Zanyar Muradî û Luqman Muradî yên ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin bi bîr xist û got: “Em Îrana sûcê mirovahiyê dike şermezar dikin. Em ê tu carî li dijî rêveberiyên barbar paş de gav neavêjin.”    ‘TECRÎDKIRINA OCALAN TECRÎDKIRINA CIWANAN E’    Turgal anî ziman ku armanca şahiya wan kombûna ciwanan e û got: “Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan tecrîdkirina ciwanan e. Rêya ciwanan di rêxistinbûyînê de derbas dibe. Ciwanên nerêxistinkirî ciwanên talûke ne. Werin em li dijî hemû pêkanînên xerab û talankirinê demokrasiyê û azadiyê înşa bikin.”    ‘JI BO AZADIYA OCALAN EM XWE NÎŞAN BIDIN’    Dayika Aştiyê Kadriye Bakrak jî axivî û banga aştiyê kir û xwest demildest dawî li tecrîdkirina Ocalan bê û aştî û çareserî pêk bê.  Endamê Meclîsa DBP’ê Erol Demîrhan jî bal kişand ser rewşa Ocalan û got: “Ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan em hêza xwe bidin nîşandan.”    Piştî axaftinan hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) Rûken Yilmaz û Kadîr Çat derket ser dikê strîn û bi govend gerandinê şahî bi dawî bû.