Li Efrînê di 24 saetan de 20 kes hatin revandin 2018-09-09 17:00:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundê Kefer Şîle yê Efrînê, komên dibin serweriya TSK’ê de, diyar kirin ku wan 10 kes revandin. Hat diyar kirin ku dinava 24 saetan de 20 kes hatin revandin.    Li Efrînê, komên dibin serweriya TSK’ê de, revandina sîvîlan berdewam dikin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) li gundê Kefer Şîlê yê Efrînê, endamên Ehrar El Şam duh bi şev saet 00.00 de bi ser gunde girtin û 10 kesên zarok jî dinav de revandin.    Navê kesên  hatin revandin wiha ne: Hesen Menan Mustefa (45), Îsmaîl Menan Mustefa (43), Subhî Menan Mustefa (40), Mustefa Xelîl Ebdullrehman (25), Mezlûm Ehmed Mustefa (25), İsmet Reşîd Midewer (30), Ferhad Mustefa (17), Ehmed Hesen Mustefa (16), Menan Îsmaîl (15) ve Ebdo Xelîl Abdullrehman (18).   Hat diyar kirin ku welatiyê sîvîl ê binavê Ebdo Xelîl Abdulrahman jî hatiye kêr kirin û kesên hatin revand nehat zanîn bi ku ve birîn, rastî îşkenceyê hatine yan na.    Ehrar El Şam duh li gundê Kurzele yê Şerawa jî, jinek di nav de 10 kes revandibûn.