Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin 2018-09-09 14:45:59   ŞIRNEX - Li Cizîrê di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin.    Polîsan li taxên Cûdî, Yafes û Nûr ên navçeya Cizîra Şirnexê di saetên serê sibê de, herî kêm bi ser 15 malan de girtin. Polîsên ku derî şikandin û ketin malan, hemû alavên malan belav kirin. Polîsan gelek kesên dinavê de Halîl Yagarcik, Vedat Durak, Ekrem Gerdan û Abdurrahman Yarar jî heyîn, binçav kirin.     Kesên ku bi hinceta parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin, birin Midûryeta Polîsan a navçeyê.